Azadiya jinê mijara mêrane jî: Guherîn ji mirovan dest pê dike

  • 09:04 19 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Mêran der barê şîdeta li hember jinan de diyar kirin ku desthilatdarî zîhniyeta serdet xwedî dike û got têkoşîna jinan wê zîhniyeta serdest têk bibe.
 
Jin bi her cureyê şîdeta serdest ya mêr û polîtîkayên desthilatdariyê re tên rû hev. Polîtîkayên darazê yên bêcezahiştinê cesaretê didin gumanbaran. Di meha cotmehê de li gorî çeteleya ajansa me amade kiriye herî kêm 36 jin hatine qetilkirin, 6 heb bi qetilkirinê re hatine rû hev û 21 jin û zarokan jî bi guman jiyana xwe dest dane. Me ji mêran pirsa ‘hun di qetilkirian jinan de rola zîhniyeta serdets dibînin an na’ pirsî.
 
Aktîvîstê mafên mirovan Coşkun Ustercî da zanîn ku parçebûna civakî ewil ji ser newekheviya zayendê pêk hatiye û got: “Her serdestî bûye serdema şîdetê. Şîdeta li ser jinê binpêkirina maf e. Ji despêka ku serdestî bûye mijara gotinê rumeta mirovahiyê ya jinê rabûye û jinan azadiya xwe winda kirine. Her cureyê binpêkirina maf ya ku rumeta mirovahiyê dide bin lingan di encama têkiliya şîdetê de pêk hatiye.”
 
‘Jin azadiyê napên, jin azadiyê bidest dixin’
 
Coşkun axaftina xwe wiha domand: “Têkoşîna mafên mirovan li hember pratîkên şer têkoşîna hilberandinê ye. Têkoşîna maf a jinan ji ber derbarê maf de gelek bi nirxe. Ji bo ev şîdet ji holê rabe yekane rê têkoşîna jinane. Gelo qet mêr ne xwedî berpirsyarîne? Bêguman berpirsyariya wan jî heye. Lê bi têkoşîna mêran azadiya jinan ne pêkane. Mêr nabêjin ‘ez dets ji nîmetên desthilatdariyê berdidim’.  Di têkoşîna jinan ku îro hatiye vê astê de bêguman têkoşîna mafê mirovan bi bandore.”
 
‘Zîhniyeta mêr destilatdarî derxist holê’
 
Parêzvanê maf Dîlaver Keklîk jî diyar kir ku heta avabûna kapîtalîzmê koletiya jinê teşe guheriye û giran bûye û wiha vegot: “Ji avabûna damezrandina hiqûqa Roma heta îro hiqûq jî wek olan serdest bûye.  Desthilatdariyên wek Tirkiyeyê ku dibêjin ez oldarim bi bêcezahiştinê nêzî qetilkirina jinan  dibin. di 20 salên desthilatdariya AKP’ê de gelek kuştinên jinan hatine jiyîn. Mînak Pinar Gultekîn bi şewitandinê hat qetiklirin. Kujerê wê hema bêjin ku qet ceza negirt. Çîlem Dogan ya li hember hevjînê xwe parastina cewherî girt zêdetir ceza girt. Heman qanûnê ceza da jinê lê neda mêr. Ji ber desthilatdarî ji bo mêrane û kuştina jinan rewa ye.Ji bo pêşîgirtina kuştinên jinan hewce bi civakek ahlaqî polîtîk heye.Ji bo vê jî divê şoreşa zîhniyetê pêk bê.”
 
‘Jin wê mêran jî azad bikin’
 
Nazîf Çakir jî bi lêv kir ku mêr ji bo desthilatdariya xwe bidomînin ji ser jinê şîdetê pêk tînin û mêr xwe di ser jinê re dibînin. Nazîf wiha vegot: “Nasnameya jinê nav malê û bi dayiktiyê sînor dikin. Mêr nasnameyek din qebûl nakin. Heta niha fikra dewlet û zîhniyeta serdest ev bû. Mêr û zîhniyeta serdest azadiya jinê naxwaze. Ji ber vê hebûna xwe bi şîdet û zextan didomîne. Her roj jin tên qetilkirin. Têkoşîna jinê wê mêr jî azad bike.”
 
‘Mêr xwe li ser tunebûna jinê heyî dikin’
 
Xwendekarê zanîngehê Mehmet Kasar jî nêrînên xwe anî ziman û got mêr jinan bê hêz dibînin û cureyên şîdetê li hember wan pêk tînin û wiha anî ziman: “Serdestiya mêr ya bi sedsalane didome divê bê tunekirin.Şîdet herî zê de di têkiliyên jin û mêr de tên jiyîn. Mêr xwe xwedî qada bi konfor dibîne. Her hewcedariya malê jin dike. Divê em mêrtiya bixwe re bikujin. Divê em ewil wek têkoşîn vê nîqaş bikin. Divê em têkoşîna hişmendiyê bidin. Ez di Tevgera Ciwanên Demokrat a Nû de cih digirim. Pêvajoya ewil a rêxistinê de em li pêş jinan dibûn asteng. Min jî wisa dikir. Ji ber min digot jin nikarin vî karî bikin. Ev jî ji nêrîna ku civakê afirandiye pêk dihat.Lê divê min bigota hevala min dikare vî karî bike ez jî dikarim alîkarî bikim. Min got divê em nebin asteng. Bi mêrên rêxistinkirî re jî ev rewş pir tê dîtin. Dema mirov dikevin nav mirov rastiyê dibînin.”