Jinan ji Şirnexê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

  • 09:07 18 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê derbarê 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê axivîn û diyar kirin ku heke jin li her derê xwe bi rêxistin biki dê tu hêz nikaribe têkoşîna wan têk bibe.
 
Di 25'ê Mijdara 1960'an de 3 xwîşkên bi navê  Minerva, Maria Teresa û Patria Mirabel ku wekî perperok tên bîranîn, hatin qetîlkirin. Her sê xwîşkan di Komara Domînîk de li dijî dîktatoriya Trujillo li ber xwe dabûn û hatibûn qetilkirin. Ji ber vê yekê roja qetilkirina wan sê jinan 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinê hat îlankirin. Jinên ku her sal berî 25'ê Mijdarê dest bi çalakiyan dikin û di 25'ê Mijdarê de fînala çalakiyên xwe didin îsal xebatên xwe bi dirûşma “Li dijî faşîzm û qirkirinê, dem dema azadiya jinê ye"  dan destpê kirin. 
 
Jinên Şirnexê derbarê  25’ê Mijdarê de axivîn û banga mezinkirina têkoşînê li jinan kirin.
 
‘Bila jin bibin yek’
 
Zumreta Çakir diyar kir ku 25’ê Mijdarê ji bo jinan tê wateya bilindkirina têkoşîna li dijî zilma li ser jinê û got: “Em li hemberê desthîlatdar û mêr serî natewînin û heya ku ji me bê em ê li ber xwe bidin. Bila jin hemû bibin yek û dest bidin destên hevdû. Heke wisa be em jin dê bi hêztir bibin. Jin çiqas hêza xwe mezin dikin ewqas jî êrîş li wan tên kirin. Li hemberê êrîşan jî divê jin dengê xwe bilindtir bike û hêza xwe bi rêxistin bikin.”
‘Her roj jin tên kuştin û tundî li wan tê kirin’
 
Nuriye Uca jî anî ziman ku her roj jin ji hêla mêran ve tên qetîlkirin û kujer bê ceza dimînin û got: “Divê jin li dijî tundî û zilmê têbikoşin. Her roj jin tên kuştin û tundî li wan tê kirin. Dema jin li hemberî vê zilmê serî jî radike tê dorpêçkirin. Ji ber ku ji jinê ditirsin. Naxwzin hêza jinê li hemberî xwe bibînin û lewma hertim dixwazin jin di bin serdestiya wan de bin. Heke li jinekê tundî bê kirin an jî were qetîlkirin divê hemû jin bibin yek û rabin ser piyan.”  
 
‘Herî zêde jinên kurd di hedefê de ne’
 
Fadîle Malgaz jî diyar kir ku jinên kurd ji ber ku herî zêde li ber xwe ddin tim dibin hedef  û wiha got: “Jin kulîlka Kurdîstanê ne. Jin li ber xwe didin, berxwedana jinan jî mêran aciz dike. Loma zêdetir jinan dikin hedefa xwe. Heke jin yekitiya xwe çêbikin tu hêz û qûwet nikare têkoşîna wan têk bibe.”
 
‘Jin serî natewînin’
 
Herî dawî jî Kumru Uner axivî û li dijî tundî û qetîlkirina jinan banga mezinkirina têkoşînê kir. Kumru, got: “Em dixwazin ev zilm û tehdeya li ser jinan bidawî bibe. Em azadîya jinan dixwazin. Li dijî jinan neheqî û tundî zêdetir dibe. Jin li dijî şer, zilm û tecrîdê li ber xwe didin. Yên ku herî zêde li dijî polîtîkayên desthilatdariyê deng derdixin jin in û loma zêdetir jî dixwazin hêz û têkoşîna jinan têk bibin. Lê belê jin serî natewînin û dê berxwedana xwe mezintir bikin.”