Nobeta Edaletê ya Amedê salek li dû xwe hişt

  • 15:22 16 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Der barê çalakiya Nobeta Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve hatibû destpêkirin bi minasebeta 1’emîn salvegera wê daxuyanî hat dayîn. Malbatên ku çalakiya wan salek li dû xwe hişt, anîn ziman ku ew ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.
 
Nobeda Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin bê berdan hatibû destpêkirin, saleke wê qediya. Xizmên girtiyan û nûnerên saziyên sivîl ên li ber Edliyeya Amedê kom bûn, di yekemîn salvegera çalakiyê de daxuyanî dan. Komeleya Alîkarî, Hevgirtin û Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, endam û rêvebirên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP yên navend û navçeyên Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, Odeya Bijîjkan a Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, SES, Egîtîm Sen, Komeleya 78’an, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Nûnertiya Dîsk’ê ya Amedê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.
 
‘Em ê heta dawiyê li edaletê bigerin’
 
Xizma girtiyê nexweş Abdûlselam Guler, Încî Guler spasiya xwe ji kesên tevlî daxuyaniyê re bûn kir û got heta îro deriyê ku lêdane nemaye û wiha berdewam kir: “Me serî li her derê da. Me ji dewletê bi tenê daxwaza edaletê kir. Bêedaletiyê nekin. Piştî ku me dest bi çalakiya xwe kir şûnde girtî birçî û tî hatin hîştin. Em vê neheqiya ku tê kirin qebûl nakin. Em ê hertim li cem girtiyên xwe bin. Em ê heta dawiyê li edaletê bigerin.”
 
‘Divê ATK bi tena serê xwe biryarê nede’
 
Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran jî bi lêv kir ku girtîgeh şerma Tirkiyeyê ne û wiha domand: “Di girtîgehan de girtiyên ku nameyan dişînin digihîjin destên me. Behsa binpêkirina mafan a li wê derê dikin. Bi serlêdanên ku tên kirin re em dibînin ku mafê tendûristiyê tê astengkirin. Li gor agahiyên ku ji me re tên kirin girtî bi kelepçekirî tên muayenekirin, an jî dereng sewkî nexweşxaneyên tên kirin. Ligel raporên tên dayîn jî girtiyên nexweş nayên berdan. Divê ATK ne bi tena serê xwe biryarê bide, di heman demê de divê nêrînên bijîjkên pispor jî bên girtin û rapor bê amadekirin. Em daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin.”
 
‘Têkoşîna dayîkan bi wateye’
 
Parêzerê TUHAY-Der’ê Yûsûf Çakas jî destnîşan kir ku lêgerîna edaletê ku saleke tê meşandin ne mesela salekî ye û wiha dom kir: “Gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û bi sedan girtî înfazên wan hat şewitandin. Ji ber wê têkoşîna dayîkan gelek bi wate ye. Ligel baran û berfa ku dibare jî lêgerîna edaletê didome. Em jî li cem vê lêgerîna edaletê têkoşînê didin. Bijî berxwedana zindanan.”
 
‘Têkoşîna maf divê li her derê bê dayîn’
 
Parêzer û endamê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Serhat Eren jî bi lêv kir ku malbatan negotin havîn, zivistan, sar û herî li ber girtîgeh, ATK û edliyeyê lêgerîna xwe ya edaletê domandin û wiha pêde çû: “Malbatên me yên ku dest bi nobeta edaletê kirine; dixwazin ku pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan tên kirin bi dawî bibin. Pirsgirêkên ku li girtîgehan tên jiyîn ne bi tenê girtîgehan, her wiha pirsgirêka malbat, baro, sazî û hemû kesên li welat dijî ne. Têkoşîna mafên mirovan divê li her derê bê dayîn. Ev saleke malbat dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan û infaza girtiyan neyê şewitandin. Pêwîste ev daxwaza ku mafê wan e bê bicihanîn.”
 
‘Mafê jiyanê nikarin qedexe bikin’
 
Piştî axaftinan Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Ozum Vûrgûn daxuyanî xwend. Ozum jî ev tişt got: “Xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan û infaza girtiyan neyê şewitandin çalakiya ku dabûn destpêkirin saleke xwe qedand. Li girtîgehan her ku diçe hejmara girtiyan zêde dibe. Ev zêdebûn dibe sedem ku binpêkirin pir zêde bibin û çareseriya pirsgirêkên heyî girîng dike. Divê hemû kesên ku ji azadiya xwe bêpar mane, li gorî ku mafên mirovan hewce dike ku hurmet bê nîşandan. Mafê bingehîn ên mirovan ‘mafê jiyanî ye.’  Ev maf li gel hemû şert û mercan nikare bê qedexekirin.”
 
‘ATK divê bêalî tevbigere’
 
Ozum, dawiyê de bal kişand ser rewşa ATK’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di raporên taloqkirina înfazê de ji ber sedemên tendûristiyê divê Saziya Tipa Edlî ji peywirê bê girtin. Divê raporên nexweşxaneyên tam û nexweşxaneyên zanîngehê jî bêne qebûlkirin. Divê ATK bigûhere û xeser be.”