Ezgî Gundogdu: DMME’yê daxwsaza pêkanîna biryarê kir

  • 09:06 16 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - DMM’ê der barê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenterî de biryara binpêkirinê da. Parêzer Ezgî Gungordu da zanîn ku di biryarê de der barê parlamenterên HDP’ê de biryara binpêkirinê hatiye dayîn û ji Tirkiyeyê re gotiye ‘biryarê pêk bîne’.
 
 Dadgeha mafên Mirovan a Ewropa (DMME) der barê serlêdana ji bo hevseroka giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û 13 parlamenteran de hatiye kirin, biryar da. Di serlêdana hatiye kirin de girêdayê girtina Fîgen Yuksekdag û parlamenteran de,biryar hat dayîn ku 18’emîn xala Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (AÎHS)  hatiye binpêkirin.  DMME’ê her wiha Tirkiye bi 184 hezar û 600 Euro tazmînata manewî mahkum kir.
 
Parêzer Ezgî Gungordu der barê biryara DMME’ê de nirxandin kir.
 
‘Biryara binpêkirinê ye’
 
Ezgiyê diyar kir ku aliyê girîng yê vê biryarê ev e ku DMME’yê ji xala 18’emîn biryara bi komî ya binpêkirinê ye û ligel vê jî biryara binpêkirina azadiya kes daye û wiha dirêjî dayê: “Biryara binpêkirina azadiya maf û mafê hilbijartinê da. Ya girîng jî li gorî xala 46’emîn biryar da ku demildest bên berdan. Di biryarê de hat destnîşankirin ku Tirkiye aliyekî DMME’ê ye û muxatabê hemû biryar û pêkanîna e. DMME’ê yekem car ji xala 18’an biryara binpêkirinê da.”
 
DMME’ê xwest siyasetmedar bên berdan
 
Ezgî wiha pêde çû: “Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji sala 2016’an heta niha tên darizandin û yek ji mijarê tên darizandin çalakiyên 6-8’ê cotmehê ye. Dema ji aliyê 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê de dosya hat vekirin me ji dadgehê re got ‘di vir de darizandinek mukerrer heye’. Dosya ku ji 2016’an heta niha berdewam kiriye wek dosyak nû vekirin û dan ber me. Ev li dijî dozê ye. Di lêkolîna ji aliyê DMME’ê ve hatiye kirin de, twîta ku HDP’ê bûyera 6-8’ê cotmehê de avêtiye. Ji ber vê tweet hatine lêkolînkirin. Hem di biryara derbarê Fîgen hem jî ya Selahattîn Demîrtaş de û hem jî di ya parlamenterên din de dîsa lêkolîn hatiye kirin. Ji ber vê jî ev her du dosyayan jî eleqeder dike. Mijara her du dosyayan wek hev e. Darizandina mukerrer didome.4 sal şûnde îstînada sûc guhertin û ji nû ve doz vekirin.  DMME’ê der barê ku  çalakî hêmaya sûc dihewîne an na de cara duyem lêkolîn kir û got parlamenterên HDP’ê ji azadiya fikrê bêpar hatine hiştin û ji ber ev kes siyasetmedarin binpêkirina hilbijartinê jî heye. DMME’ê bi aşkera wiha got ‘We parlamenterên HDP’ê bi kîjan armanca siyasî girtin, We li gorî berjewendiyên xwe girtin ev li dijî biryarê ye'."
 
Tahliye xwestin
 
Ezgiyê bi lêv kir ku di esasê biryarê de tahliyeya Fîgenê xwestine û  sê meh pêvajoya îtîrazê ya hikûmetê heye û li benda wê ne. Ezgiyê wiha bi lêv kir: “Heyeta doza Kobanê jî wê li bendê vê biryara sê mehan be û dawiya van sê mehan de dayîna biryara tahliyeyê ferze. Di rewşa ku Tirkiye di vê mijarê de pêngaveke şênber navêje, Ji ber dijberbûna peymanê wê ji bo Tirkiyeyê pêkanîn bikevin dewrê. Hêvîdarim Tirkiye demek nêz de biryarê pêk bîne.”