Jinên li Îzmîrê: Divê exlaqekî şer jî hebe

  • 09:04 16 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan bikaranîna çekên kîmyewî û polîtîkayên şer nirxand û got divê ahlaqekî şer jî hebe lê di roja îro de şer ji ahlaq dûr in. Jinan got bikaranîna çekên kîmyewî zirarê dide her cureyê zindiyan.
 
Tirkiye bi piştgiriya PDK’ê li hember herêma Zap, Metîna û Avaşîn ku girêdayê başûrê Kurdistanê ye êrişên xwe didomîne û di êrişan de çekên kîmyewî bikar anî. Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didome. Seroka Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku got divê heyetên serbixwe biçin herêmê lêkolînê bikin, hat girtin. Li Îzmîrê jinan der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Girtina Sebnemê înfaza bêdaraze’
 
Ferîde Akçay destnîşan kir ku TTB her tim hedef tê girtin, divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolîn kirin û wiha dirêjî dayê: “Em li her derê di bin zextan de ne û şer li her derê heye. Li her derê xîleyek heye. Ez polîtîkayên şer qet erê nakim. Polîtîka derve jî erê nakim. Bi saya me ji xwe hemû welatên Rojava ketine nav hev. Ez ji bo Ukraynayê jî xemgîn dibim. Ji bo Sûriyeyê xemgîn dibim. Em li welatê xwe jî gelan ji hev cuda dikin. Fîncanci hat girtin bi rastî ez gelek xemgîn bûm. TTB ji serî de hedef dihat girtin. Girtina wê înfaza bê daraze.”
 
‘Tirkiye bi welatiyên xwe re şer dike’
 
Karmen teqawît Belgîn Arsu jî wiha bi lêv kir: “Tirkiye di her cureyê şer de ye, di polîtîka deve de jî şaşiyên Tirkiyeyê zêde ne. Tirkiye bi welatiyên xwe re şer dike. Di polîtîkayên şaş de ye. Ev jî wek her tim bandor li welatiyan dike. Polîtîkayên şer rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê em cih bidin ciwanên xwe. Divê em derfet bidin ciwanên xwe. Polîtîka heta niha hatiy emeşandin em zêdetir ber bi xerabiyê ve birine. Em ji 20-25 sal berê xerabitirin. Me tiştên destê xwe winda kirin. Wisa biçe wê welatekî em ji ciwanên xwe re bihêlin nemîne. Wê li welat ciwan nemînin.”
 
‘Çekên kîmyewî zirarê dide hemû zindiyan’
 
Belgînê her wiha bertek nîşanê girtina Şebnem Korur Fîncanci jî da û wiha dawî lê anî: “Ev ji bo her kesî ji bo her tiştî xetereya mezine. Gelek rewşenbîr  bê hincet niha girtîne. Hemû şaşin. Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî xetereyek mezine. Zirarê dide her cureyê zindiyan axê û xwezayê.”
‘Em alî aborî de di şer de ne’
 
Sevda Canoz jî nêrînên xwe wiha daxuyand: “Gel li dijî aboriyê têdikoşin. Ez di fabrîqeyê de dixebitim. Şer zirarê dide zarokan hemû mirovahiyê. Jiyanek mirovane pêkane lê çima gelo em şer dikin? Em nikarin çi parve bikin gelo? Ez fêm nakim. Em hemû aştiyê dixwazin. Ji xwe mirov di şer de ne di şerê aborî de ne. Em hewl didin jiyana xwe bidomînin. Kirê 5 hezar e. Mûçeyê asgarî 5 hezar û 500 e. Em vî pereyî çawa bidin?”
 
‘Divê şer de ahlaq hebe’
 
Sevdayê balişand ser şerê tê meşandin û got divê ahlaqê şer hebe û lê di roja îro de ev tune û desthilatdarî ji bo hebûna xwe bidomîne, hewl dide.
 
‘Yên anîne vê rewşê bila şerm bikin’
 
Karkera teqawît Hatîce Taç jî nêrînê xwe anî ziman û wiha bi lêv kir: “Her kes li dijî krîza aborî têdikoşe. Diyare kî şer derdixe. Tirkiye ji xwe di şerê krîza aborî de ye. Hewce bi şerekî din tune. Em teqawîtin. Pereyê tê hema diçe. Ji bo min ev şerê herî mezine. Ez bi fikarim. Bikaranîna çekên kîmyewî şerma mirovahiyê ye.”
Berrîn Ural jî di axaftina xwe de got ew li dijî şer e û wiha dawî lê anî: “Rê û rêbazên şer hene. Ahlaqê şer heye. Lê di vir de dijahlaqî heye. Bêdadî û bêmafî heye. Şerekî rast tune. Bûyerên polîtîk rê didin ber gel. Şebnem Korur Fîncanci hişyar kir hat girtin. Rastiyan dibêje ji ber vê dengê wê hat birîn.”