'Em ê ji bo Rêber Apo li qadan bin'

  • 09:03 15 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên ji herêma Efrîn diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda li ser civakê ye û gotin: "Xebat û tekoşîna wan tenê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye." 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê 24 sal e di bin tecrîda giran de tê girtin. Her wiha derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên ligel wî de 19 meh in agahî nayê girtin. Bi cezayên dîsîplînê hevdîtina malbat û parêzeran ku 6 mehan carê tê dayîn hevdîtin tên astengkirin. 
 
Di derbar tecrîda girankirî de Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn Xedîce Îbo, Rêvebera Saziya Hevjînên Şehîdan a Herêma Efrînê Fatîmê Remadan û Nisrîn Cim a ku hevjînê xwe di şer de windakiriye ji ajansa me re axivîn. 
'Em ê xwe li ser xeta Rêber Apo perwerde bikin'
 
Xedîce Îbo, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got: "Di serî de em tecrîdê şermezar dikin. Hebûna wan bi hebûna Rêber Apo ve girêdayî ye. Em zarokên xwe li ser fikir û felesefeya Rêber Apo tîmar dikin lewra tu carî ev milet teslîmkariyê qebûl nake û tu gavan paş ve navêjin. Di qanûnên seranserî cîhanê de kesê ku bi temen mezin divê ji zîndanê derkeve, lê heya niha Rêber Apo ruxmî ku temenê wî mezin bûye jî li zîndanan berxwe dide. Demek dirêje ku parêzer neçûn li cem Rêber Apo, ev jî cihê şermezarkirinê ye. Em ê xeta pakrewan û Rêber Apo bişopînin li ser xeta wan xwe perwerde û rêxistin bikin." 
 
'Ji bo azadiya fîzîkî em li ber xwe didin'
 
Fatîmê Remadan, hêzên kamploger ên ku tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan giran dikin şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hemû dewletên ku destê wan di komploya navnetewî de heye, şermezar dikin. Rêber Apo bi temen mezin bûye û li seranserî cîhanê kesê bi temen mezin qedexeye di zîndanan de bimîne, dema ji bo Rêber Apo tu kes helwest nîşan nadin û xwedî li qanûnên xwe jî dernakevin. Em wek mabetên pakrewanên azadiyê li dijî tecrîda girankirî her dem li ser piyan bin û çalakiyên xwe li dar dixin ta ku em pergala Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad dikin. Em li Şehbayê li ber xwe didin tenê ji bo azadiya Rêber Apo yê fîzîkî ye."
 
'Armanc qutkirina fikr û felsefeyê ye'
 
Nisrîn Cimo jî tecrîda girankirî li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Tecrîda herî giran li cîhanê di kesayeta Rêber Apo de hêzên komploger dimeşînin. Divê parêzer û malbat biçin hevdîtinê û agahî jê bigirin ku ji gel re parvebikin. Bi taybetî parêzerên navnetewî û yên ku bi navê mirovan bang dikin divê tev bigerin û xwedî li erkê xwe derkevin. Rêber Apo ji bo mafê hemû pêkhateyan derket ne tenê ji bo miletê kurd. Ev demeke dirêj e me tu agahî ji Rêber Apo negirtiye, armanc ji vê yekê jî ku em ji fikir û felsefeya wî qut bibin. Lê tu carî xeyalên kamolgeran pêk nayên. Em dev ji azadiya Rêber Apo û fikirê wî bernadin. Em bi hêvîne parêzer derbasî gel Rêber Apo bibin. Em miletê netewa demokratîk her ji bo azadiya Rêber Apo di nava qadan û kolanan de ne û dengê azadiyê bilind dikin."