Rîhan Loqo: Em ê rihê 25’ê Mijdarê bi vîna jinê misoger bikin

  • 10:15 12 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Endama Platforma Çalakiyên Rêxistinên Jin ên 25’ê Mijdarê Rîhan Loqo têkildarî amadekarên rêxistinên jinan ji bo 25’ê Mijdarê axivî û got: “Em dixwazin 25’ê Mijdarê bikin roja vejîna jinan li dijî hemû sîstemên desthilatdar û polîtîkayên qirker li ser vî esasî wê rêzeçalakiyên me jî di giraniya vê têkoşînê de bin.”
 
Her sal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta têkoşîna jinan û rêxistinkirina wan li dijî tundiyê bilindtir dibe. Jinan bi hêz û vîna xwe ya xurt dikarin li dijî hemû cureyên tundiyê ber xwe bidin, her wiha rola û misyona jin bi rengê wê yê rast di civakê de mayinde bikin. Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jin li dijî Tundiyê Platforma Çalakiyên Rêxistinên Jin di Bakur û Rojhilatê Sûriye de amadekariyên xwe bi dawîkirine. Wê 25’ê Mijdarê îsal bi rihê jinên têkoşînvan ên di oxira şoreşê de ji aliyê hêzên serwer ve hatin hedefgirtin ku di encamê de jiyana xwe ji dest dane çalakiyên xwe li dar bixe. 
 
Têkildarî mijarê Endama Platforma Çalakiyên Rêxistinên Jin ên 25’ê Mijdarê Rîhan Loqo amadekarên rêxistinên jinan ji bo 25’ê Mijdarê ji me re parve kir.
 
'Em têkoşînvanan bibîrtînin'
 
Rîhan di despêkê de pêşengên têkoşîna jinan li dijî tundiyê bibîranî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi boneya roja têkoşînê li beramberî tundiyê di serî de em tevahî pakrewanên jin ên kêlî bi kêlî di nava sîstema 5 hezar sal de bi ked û xebatekî xurt ber xwe dane bi birtînin û di serî de xwişkên Mirebal ên ku tundî qebûlnekirin û bûne çirûskên roja têkoşîna li dijî tundiyê. Ji bo avakirina jiyaneke aram û wekhev pêwîste her em van têkoşînvan bi rêzdarî bibîrbînin."
 
'Li dijî polîtîkayên qirker em ê têbikoşin'
 
Rîhan, da zanîn ku weke rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo 25’ê Mijdarê civîn û komûnên xwe çêkirine ku bikarin li Bakur û Rojhilatê Sûriye çalakiyên girseyî li dar bixin û got: "Pêwîstiya me bi çi rengê çalakiyan de heye, hedef û armancên me çi ne? Ev hemû bi nêrîn û biryarên jinan hatin nîqaşkirin û êrêkirin. Di serî de wê hemleya me ya 25’ê Mijdarê bi rihê jinên pêşeng Jîna Emînî, Jiyan Tolhildan, Nagîhan, Zeyneb Saroxan û hemû jinên ku di oxira doza jinan de jiyana xwe ji dest dane bê despêkirin. Ji bo avakirina civakek demokratîk û sîstemeke wekhev her wiha rakirina tundiya li ser jinan, van jinên pêşeng canê xwe kirin pira azadiyê ji bo hemû jinan. Bi vî rihî em dixwazin 25’ê Mijdarê bikin roja vejîna jinan li dijî hemû sîstemên desthiladar û polîtîkayên qirker li ser vî esasî wê rêzeçalakiyên me jî di giraniya vê têkoşînê de bin.”
 
‘Em dikarin civakek azad avabikin' 
 
Rîhan destnîşan kir li ser rengê çalakiyên jinan ji bo 25’ê Mijdarê di Bakur û Rojhilatê Sûriye de û wiha axivî: "Îsal me gelek rêzeçalakî dane pêşiya xwe di hindirê wê de em dixwazin  xwe bighînin tevahî jinan ên ku derveyî rêxistinê mane û rastî tundiyê tên. Li ser vî esasî em ê rihê 25’ê Mijdarê di vîna her jinekê de misoger bikin. Li aliyê de din jî em ê hemleya xwe ya perwerdekirin û zanekirina mêran ji têgiha jina azad re dewam bikin heya em bighêjin mêrekî demokrat ku têgiha azadiya jinan di jiyanê de piratîk bike û tundiya xwe li ser jin rakin. Bi jineke azad û mêrekî azad em dikarin civakek azad avabikin.  Projeya guhertina zîhniyeta mêr projeyeke asasî ya cudahiya têkoşîna me ye.  Her wiha xebatên me yên berfireh ji bo jinan heye di demek nêz de em ê plansazî û çalakiyên xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihînin."
 
‘Em ê li dijî tundiyê têbikoşin' 
 
Rîhan di dawiyê de hêviyên xwe ji bo serkeftina jinan li dijî tundiyê anî ziman û wiha bi dawî kir: “Hêviyên me ew in ku hemû jin, ciwan û rêxistinên jinan li beramberî tundiyê biryara xwe bikin yek û her têbikoşin. Em dikarin bi hêza jinan civakek bê tundî ava bikin, ji niha de pêwîste hemû jin li qada bin û tevahî rojên xwe bike roja têkoşînê. Bila mohra jinan di dîrokê de bibe nîşaneya serkeftina li dijî tundiyê.”