Parêzer Asya Ulker: Divê tukes bêdeng nemîne

  • 09:07 12 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
Marta Somek
 
STENBOL -Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Asya Ulker ku 10 sal e nikare pê re hevdîtinê bike,  banga serlêdana hevdîtinê li hemû hiqûqnasan kir û got: “Em wek parêzer dixwazin mafên xwe yên qanûnî pêk bînin û ev peywira me ye.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê 24 sal e di bin tecrîda giran de tê girtin û girtiyên ligel wî 19 meh e agahî ji wan nayê girtin û bi cezayên dîsîplînê  hevdîtina malbat û parêzeran  ku 6 mehan carê tê dayîn hevdîtin tên astengkirin.
 
775 hiqûqnasî xwest bi Abdulah Ocalan re hevdîtinê bike
 
Ji ber agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din nehat girtin rêxistinên hiqûqê ketin tevgerê. Di nav de  Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî heye   rêxistinên hiqûqê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk bê kampanya îmzeyê dan destpêkirin.  775 hiqûqnasên ji 29 boruyan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan û di 10-17’ê Hezîranê de serî li Wezareta Dadê dan. Lê wezaretê hîna bersivek nedaye. 
 
Parêzr Asya Ulker ku di navbra salên 2001'ê û 2011’an de parêzeriya Abdullah Ocalan kir û 11 sal e nikare hevdîtinê bike der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Ji roja birine giravê di bin tecrîdê de ye’
 
Asyayê destnîşan kir ku ji roja Ocalan anîne giravê di bin tecrîdê de ye û got: “Tecrîd ji destpêkê de hebû. Lê evqas ne giran , demdirêj bû. Di 2001’ê de min bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Piştî 2002’an şûnde bi hincetên muxalefeta hewayê, xerabûna kosteran hevdîtin hatin astengkirin. Wê pêvajoyê qedexeya hevdîtinê ya herî dirêj mehek bû. Piştre dîsa hevdîtin dihatin kirin. Heta 2011’an  bi hincetên muxalefeta hewa û xerabûna kosterê hat astengkirin. Lê dîsa jî hevdîtin teqez pêk dihatin.”
 
Astengî kêfî û siyasî ne
 
Asyayê diyar kir ku salên ewil saetên hevdîtinê dirêj bûn û got: “Mînak 2-3 rojên hefteyê em diçûn û heta du saetan hevdîtin didomiya. Piştre ev hatin sînokirin, ji ber ku hevdîtina parêzeran daxistin rojekê û saetekê. Di 2005’an de guherîna qanûnî pêk hat û di hevdîtina parêzeran de peywirdarek amade kirin. Berê ev tunebû. Li gorî qanûna hiqûqê hevdîtina parêzeran a bi muvekîlê xwe re veşartiye divê kes tune be. Tecrîd her çû giran bû. Lê ev du sal e rewş gelek giran e. Ev bi hiqûqa hundir û navneteweyî nikare bê vegotin. Ji ber tu girtî an jî hukumxwar demek dirêj bê hevdîtin divê nemîne. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye. Ev bi giştî kêfî û siyasî ye. Li wir ji xwe yek kes dimîne, sê hevalên gel wî di hucreyên yek kesî de dimînin.  Ji xwe bi parêzer û malbatan re hevdîtinê nakin. Gelo ev kes wê çi tiştê li dijî dîsîplînê bike. Bi cezayên îdarî nikare azadiya mirovan bê astengkirin. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye.”
 
Ji bo CPT bang
 
Asyayê bang li CPT jî kir û wiha nirxandina xwe domand: “Divê ji bo birêz Ocalan û hevalên gel wî li gorî mafên mirovan tevbigerin. Divê CPT di vê mijarê de rola xwe bilîze. Divê li gorî destura dewletan tevnegere. Ji CPT'ê bendewarî ev e.  Peywira CPT'ê ye ku di vê mijarê lêkolîna xwe bike û di vê mijarê de agahdarkirinê bike. Ez bang li CTP^ê dikim ku peywira xwe bi cih bîne. Divê saziyên hiqûqî yên navneteweyî jî bikevin tevgerê.  Divê rêbazên hiqûqî yên gerdunî pêk bên. Di vê mijarê de peywir dikeve ser saziyan.
 
‘Em hevdîtinê dixwazin’
 
Asyayê balkişand ser serlêdana 775 parêzeran û wiha dirêjî dayê: “Divê der barê qedexeya hevdîtinan de parêzer bên agahdarkirin. Ji bo kes mafê parastinê û ji bo parêzeran jî mafê îtîrazê divê bê nasîn. Ligel parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi pêşengiya 775 parêzerî serlêdana hevdîtinê hat kirin. Ev gelek girîng e. Min jî îmze kir. Ez jî ji wan parêzeran yek im. Li dijî vê dijhiqûqiyê divê her kes hestiyar be û serlêdanê bike.Ji serî deye ji bo Birêz Ocalan hiqûq pêk nehat. Em bi rewşeke dijhiqûqî re rû bi rû ne.”
 
Ji bo hiqûqnasan bang
 
Asyayê wiha dawî lê anî: “Saziyên wek CPT û DMME’ê jî di bin bandora siyasî de dimînin. Bi awayê hiqûqî tevnagerin. Ji bilî van dikare bi buroyên hiqûqî yên sivîl û saziyan re kampanya bê kirin. Divê tevlibûna kesan û aliyan ji bo kampanyayan pêk bê. Ji ber ev dijhiqûqî giştî ye, demdirêj e, her kesî dihewîne. Rîskek wisa heye. Ez bang li hemû hiqûqnasan dikim ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.”