Jinên ku tevlî meşa Silopîyê bûn: Têkoşîna me li herderê ye

  • 09:05 7 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên ku tevlî meşa Silopiyê bûn, destnîşan kirin ku Gelê Kurd ji hêz û têkoşîna xwe tavîzê nade û wiha gotin: “Têkoşîna me li her derê ye.”
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopî ya Şirnexê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” meş li dar xistin. Bi hezaran kes tevî astengî û êrişan jî bi dirûşman meşiyan.  Jinên ku ji bajarên cuda tevlî meşe bûn, diyar kirin ku Gelê Kurd bi biryar e û dê bi ser bikeve.
 
‘Em ji hêz û têkoşîna xwe tavîzê nadin’
 
Endama Meclîsa HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu, diyar kir ku bigirseyî tevî êrîşên li dijî pêkanîna meşe jî li ber xwe dane û wiha axivî: “Wekî tê zanîn 17 gerîllayên têkoşîna azadiyê dimeşandin di encama êrîşên çekên kimyewî de jiyana xwe ji dest dan. Li seranserê cîhanê bikaranîna çekên kimyewî ji her aliyî her dewletê ve qedexe ye û wekî sûcê şer tê pênasekirin. Lê belê gava mijar dibe kurd ev hemû pîvanên şerê tên binpêkirin û cîhan li hemberî van pêkanînan xwe bêdeng dike. Me jî li hemberê vê bêdengiyê meşek li dar xist. Lê mixabin dewletê hemû hêzê xwe li Silopîyê kom kir. Hemû rê girtin û em kirin bin dorpêçê. Lê belê girseyê ev astengî nas nekirin û tevî êrîşan jî li ber xwe da. Ava şîd û bi gazê li her qadê êrîş kirin. Lê em bi biryar bûn. Çend caran bi hemû hêza xwe êrîş kirin lê girseyî ji hêz û têkoşîna xwe tavîzê neda. Bi dirûşme û sekna xwe li hemberî vê faşîzmê li ber xwe da.”
 
‘Gelê Kurd paşve gavê navêje’
 
Hevseroka HDP’ê yê navçeya Seyhanê ya Edenê Şukran Efeturk jî axivî û destnîşan kir ku wan bi têkoşînê meş gihandin armanca wê û got: “Ev meş meşa mirovahiyê û demokrasiyê ye. Xwestin meşa me asteng bikin. Lê gel bi biryar bû û tevî êrîşan jî li ber xwe da. Gelê ku tucarî gav paşve navêtiyê îro jî gav paş neavêt.”
 
‘Ji zarokên kurd ditirsin’
 
Endama Dayikên Aştiyê ya Mersînê Nafîye Çoban jî anî ziman ku Gelê Kurd bersîva xwe ya li dijî êrîşan da û got: “ Ji destpêkê ve heta dawiyê êrîş kirin û xwestin sekna me bişkênin. Lê Gelê Kurd bersîva xwe ya ji bo van êrîşan bi biryarardariya xwe da. Ez bang li Erdoganê dikim gelo wê êrîşên xwe hata kengî berdewam bike. Bila bes êdî xwîn bê rijandin. Kezeba hemû dayikan dişewite. Bila êdî aştîyek mayînde li ser vê axê pêk were. Xuyaye ku ji me ditirsin, ji zarokên kurdan ditirsin. Dixwazin kurd serî hilndin. Lê kurd dê bi têkoşîna xwe bersiva wan bidin. Bila bizanibin ku kurd bi girtin , kuştin û zilmê naqedin. Em ê bi ser bikevin.”  
 
‘Em naqedin’
 
Endama Dayikên Aştiyê ya Mersînê Hanîfe Umît jî bikaranîna çekên kimyewî şermezar kir û got: “Li dijî vî bêdengiya li hemberî şer em li vir in. Bi saetan êrîşî me kirin lê dîsa jî bi ser neketin. Her çiqas êrîş bikin jî em naqedin. Em hemû dayik ji bo aştîyê û li dijî vî sûcê şer li vir in. Berxwedana girseyê pîroz dikim. Ev berxwedan hêviyê dide. Em ê bigihîjin armanca xwe.”
 
‘Têkoşîna me li her derê ye’
 
Herî dawî jî Endama Dayikên Aştiyê ya Silopiyayê Feyrûz Çagatay axivî û bal kişand l ser hevkariya PDK’ê û ev tişt anî ziman: “Em li dijî çekên kimyewî ne û naxwazin ev çek li dijî kurdan were bikaranîn. Her wiha em li dijî xîyaneta Mesûd Barzanî li vir in.  Bila ew jî têkoşîn û hêrsa Gelê Kurd bibîne û dev ji vî şirîkantiya bi dewleta Tirk re berde. Em ji bo aştî, aramî û tîfaqîyê hatin. Bila ev çekên kimyewî êdî li ser tu gelî neyên bikaranîn. Naxwazin ku kurd serê xwe rakin. Gava ku kurd serî radikin dixwazin wan bêdeng bikin.  Vê qebûl nakin. Em ji bo vê li vir in û têkoşîna me li her derê ye.”