Leylî Tîkan a kurê wê girtî ye: Edalet ji bo her kesî pêwist e

  • 09:01 7 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Dayika girtiyê bi navê Îbrahîm Tîkan, Leylî Tîkan da zanîn ku pirsgirêkên li  girtîgehan gihiştine astek dijwar, edelet ne tenê ji bo girtiyan ji bo her kesî pêwist e, ji ber vê divê her kes piştgiriyê bide Nobetên Edeletê.
 
AKP-MHP’ê  binpêkirinên mafan û îşkenca sîstematîk  li girtîgehan roj bi roj giran dike.  Girtiyê bi navê Îbrahîm Tîkan li girtîgeha Kiriklar a Bucayê 12 sale girtiye. Dayika Îbrahîm, Leylî Tîkan der barê mijarê de axivî.
 
Li dijî zextan tevli PKK’ê bû
 
Leylî da zanîn ku ji Kaxizman a Qersê koçî Îzmîrê kirine û piştre li wir bi gelek zextan re hatine rû hev. Leylî wiha got: “Kurê min Îbrahîm dema dibistan dixwend her tim bi ser mala me de dihat girtin û kurê min dihat binçavikrin. Dema li Zanîngeha Egeyê dixwend li dijî zextan tevli PKK’ê bû. Piştre hat girtin.  Kurê min 12 sale girtiye. Zilmê lê dikin. Demekê midûrê girtîgehê pir tişt anî serê wan. Girtî li dijî vê ketin grevê. Girtî kirin hucrê.”
 
‘Zarokên me dikujin, dibêjin întîxare’
 
Leylî destnîşan kir ku hemû girtî di bin zextan de ne û wiha pê de çû: “Ew ji bo zimanê xwe girtî ne. Niha dibêjin ku ‘bêjin em poşmanin’. Ew ji bo zimanê xwe hatin girtin çima poşman bin? Ewqas îşkence û zilm dîtin. Ji bo poşman nebin di girtîgehê de ne. Hinek girtî nexweşin. Em dixwazin ev bên berdan. Bila kezeba dayikan neşewite. Em dayik edeletê aştiyê dixwazin. Nîvê gel di girtîgehan de ye. Em yekitiyê dixwazin. Em zilmê naxwazin. Zarokên me dikujin dibêjin întîxar kirine. Gelo ev ne zilm e.”
 
Qedexeya hevdîtinê
 
Leylî bi lêv kir ku piştî grevên birçîbûnê şert hinek baş bûne lê dîsa jî zextan berdewam kiriye û wiha anî ziman: “Bi ser odeyên wan de dihatin girtin. Alavên wan belav dikirin. Ji ber qedexa hevdîtinê em sê mehan nikaribûn biçin hevdîtinê. Rewşa du hevalên kurê min nebaş bû. Nexweş bûn. Ketibûn greva birçîbûnê. Îbrahîm jî bi wan re ket grevê. Ji ber vê qedexa hevdîtinê dan.”
 
‘Dewlet Kurdan tune dihesibîne’
 
Leylayê her wiha destnîşan kir ku dewlet Kurdan tune dihesibîne û wiha bertek nîşan da: “Dewlet ji roja ewil de li ser Kurdan sekinî. Kîjan Kurdî serî rakir lêxistin. Pirtûkên wan kom dikin. rojnameyên wan digirin.  Zimanê Kurdan dibirin. Dibêjin bila Kurd tune bibin. Dewlet ji Kurdan hez nake. Ji ber zilmê hinek Kurd çûn çiyan hinek di zindanan hinek jî di bin zilmê de ne. Rewşa Kurdan wisa ye. Divê Kurd li dijî vê bibin yek.”
 
‘Ger Kurd bibûna yek..’
 
Leylî balkişand ser girtiyê bi navê Yakup Brukanli yê li girtîgeha Ereglî ya Konyayê di hucreyê de li dijî tecrîdê agir berdaye bedena xwe û got gelek girtiyan çalakiyên wisa pêk anîne û wiha bang kir: “Çima Ciwan xwe dişewitînin?Ji ber vê zilmê. Dewlet êrîşê her alî dike. Ger Kurd bibûna yek wê ev nehatibana jiyîn. Hemû kesên xwedî wijdan divê tevli nobeta edeletê bibin. Edelet tenê ji bo girtiyan nîne. Ji bo me hemûyan edelet pêwist e. Divê em hemû tevli Nobetên edeletê bibin. Ez hemû dayikên nobetê silav dikim.”