Bi hezaran kes li Tilqebînê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşiyan

  • 13:45 6 Mijdar 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi hezaran kesên li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hatin ba hev, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşiyan. Girse, li dijî êrişa leşkeran kolan bi kolan li ber xwe da û helwesta xwe nîşanda.
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” meş tê lidarxistin. Bi hezaran kes tevî astengî û êrişan jî bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” meşiyan. 
 
Ligel êrişan girse belav nebû 
 
Leşkeran bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseya ku berê gihiştî Tilqebînê kir. Tevî êrişê jî girse belav nebû. Piştî ku bi sedan kesên ji noqteyên cuda hatin navçeyê jî tev li girseyê bûn, meş hat destpêkirin. Bi hezaran kes li nava zeviyan ber bi Rêya Armûşê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber çepik tên lidarxistin, tililî tên berzkirin û girse dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Zapê", "PKK gel e û gel ki vir e” û "Bijî berxwedana gerîla” berz kirin. 
 
Rê li trafîkê re girtin 
 
Piştre girse gihişt ser Rêya Armûşê ku ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçe. Li vir, ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê jî girseyê rê ji trafîkê re girt. Li ser vê yekê leşkeran careke din bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kir. 
 
Li kolanan meş dom bir 
 
Girseyê piştî ku demekî dirêj rê li ber trafîkê girt, îcar li kolanan berbelav bû û dest bi meşê kir. Êrişên leşkeran ên li dijî çalakvanan didomin û girse jî ji bo ku hemû kom li cihekî bên ba hev û dest bi meşê bikin li ber xwe dan. 
 
Bi fîşekên plastîk êrişê girseyê kirin 
 
Bi hezaran kesan demekî dirêj rê li ber trafîkê girtin û piştre jî meşa xwe li kolanan berdewam kir. Li hêlekî êrişa leşkeran berdewam dike û li rexa din jî girse careke din hate ba hev. Di vê navberê de fîşekên plastîk û bombeyên gazê yên ku leşkeran diavêtin girseyê, li Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ketin. Ji ber guleya plastîk a li singê wê ketî, Nûran bi ser hişê xwe ve çû. 
 
Bi çopdankan barîkat çêkirin
 
Ciwanên li kolanên din ên bajarokê li ber xwe didin, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û tililiyan xelekên govendê gerandin. Her ku êrişa leşkeran zêde dibe, berxwedan jî mezintir dibe. Bi hezaran kesan li tevahiya kolanan bi çopdankan barîkat çêkirin. Her wiha li dijî êrişên bi bombeyên gazê û ava şid jî çalakvanan bi keviran bersiv dan. 
 
Li ber HDP'ê gule li hewa reşandin
 
Di vê navberê de leşkeran li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajarokê demekî dirêj gule li hewa reşandin. Hat ragihandin ku di êrişê de kesên hatine binçavkirin hene. Her wiha leşkeran êrişî daweteke li bajarokê jî kir û bombeyên gazê avêtin. Dawetî ji êrişa bi bombeyên gazê aciz bûn û tevî çalakvanan bertek nîşanî leşkeran dan. 
 
Hewldan rojnamegeran binçav bikin
 
 
Hinek rojnamegerên ku meş dişopandin jî bûn hedefa êrişên leşkeran. Leşkeran, rojnameger li erdê dirêjkirin û piyên xwe danatin ser rû û pişta wan. Leşkerên ku rojnamegeran xistin, hewl dan rojnamegeran binçav bikin. Piştî ku rojnamegeran qertên xwe nîşan dayîn, hatin berdan. 
 
Piştî êrişên leşkeran, girseyî tevî astengiyan ligel dirûşmeyan belavê kolanan bûn. Cendermeyan bi ser malan de girt û gelek kes binçavkirin. Di nav de Sekreterê ÎKK'ê yê TMMOB'ê Mêrdînê Aydin Aslan, Hevserokê HDP'a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz, Hevserokê Egîtîm Sen a Mêrdînê Mustafa Bozan, Nûnerê BES'ê yê Mêrdînê Mehmet Emîn Ozel, Beytocan Kirici, Sumeyye Kirici, Îbrahîm Kizilay, Cahît Delek heyî bi tevahî 35 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. 
 
Girseyî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîîla” belav bûn.