'Em ê li hemberî qetilkirina mirovahiyê di 6'ê mijdarê de dakevin qadê'

  • 09:06 5 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin ên Şirnexê bang li gel kir ku tevlî meşa 6'ê mijdarê bibin û gotin: "Ev meş meşekê wîjdanî û mirovahiyê ye. Em li hemberî berjewendiyên îqtîdarê bêdeng namînin." 
 
Di 26’ê cotmehê de bi tevlîbûna partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sîvîl, li dijî bikaranîna çekên kimyewî li Silopiyaya Şirnexê deklerasyonek hate aşkere kirin û hate diyar kirin ku di 6’ê Mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kimyewî dê bi dirûşma “Li dijî çekên kimyewî meşa mirovahiyê” were pêkanîn. Hem ji bajarên Kurdistan hem jî ji bajarên din wê tevlibûn pêk bê û der barê meşê de bang  tên kirin. Jinên sîyasetmedar ji bo meşa Silopî bangawazî kirin û destnîşan kirin ku divê ji vî meşe re xwedî derketin.
 
‘Ev meş meşa jiyanê ye’
 
Hevşaredara HDP’ê yê Cizîrê ku şûna wê qeyûm hate tayin kirin Berîvan Kutlu, diyar kir ku ev meşa mirovahiyê meşa jiyanê ye û got: “Ev meş dê bi du milan ve were lidarxsitin. Yek ji milekê wê li Silopiyaya Şirnexê ku li ber deriye Xabûrê ve were lidarxistin. Milekê wê ya din jî li Stenbolê dê ev meş were lidarxistin. Tê zanîn ku bikaranîna çekên kimyewî ne di qanûnên exlaqî de ne jî di qanûnên şerê de cih nagire. Bikaranîna van çekan wek sûcekê şerê tê pênase kirin. Ev çekên qedexekirî ku li ser xaka welata me tê bikranîn, hem mirovahî jê zirarê dibîne hem jî sewal û her cûreyên zindîvarî zirarê dibînin.”
 
‘Em ê xwedî li vî meşê derkevin’
 
Berîvan, di berdewamiya axaftina xwe de bêdengiya li hemberê bikaranîna çekên kimyewî şermezar kir û got: “Li dijî van çekên qedexe kirî jî pêwîste ku meşekê were lidarxistin û dengekê were bilind kirin. Li pêşberê me bi vî çeke qedexekirî timî xweza tê qetîl kirin. Wîjdanê tu kesê vî tiştê qebûl nake. Ev di heman demê de meşekê wîjdanî ye.  Em bang li hemû gel dikin ku bila tevlî meşe dikin. Ji bo ku ev çek êdî li ser xwezayê cîhanê neyê bikaranîn em ê xwedî li vî meşe derbikevin. Em vî meşe xurt bikin. Em ê li hemberê qetîlkirina xwezayê û mirovahiyê dakevin qadê. Heke di vî sedsalê de hê jî li dijî mirovahiyê ev çekên qedexekirî werin bikaranîn û ji wan re destûr were dayîn divê ew yên ku bêdeng dimînin ji jiyana xwe fedî bikin.”
 
‘Li hemberê berjewendiyan bêdeng in’
 
Hevseroka HDP’ê yê navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît jî destnîşan kir ku armanca vî meşe li dijî bêdengiya bikaranîna çekên kimyewî deng derxistin e û wiha axivî: “Li ser medyaya dîjîtal dîmenên ku bikaranîna çekên kimyewî nîşan dide hate dîtin û dilê mirovahiyê êşand. Ev demek dirêj e çekên kimyewî li dijî Gelê Kurd tê bikranîn. Rixmî van hemûyan jî hemû dinya li hemberê vê çeke bêdeng in. Ev çek jî dewletên navneteweyî tên girtin. Ji bo dewletên netew berjewendiyên xwe difikirin ji vî çekên kimyewî re bêdeng dimînin. Em wan şermezar dikin. Li dijî van bêndegiyan dê ji du aliyan meş lidar bixin. Meşekê ji aliyê Rojavayê tirkiyê ya din jî li aliyê Kurdîstanê tê kirin. Ez bang li hemû gelan dikim ku bila hemû kes li dijî çekên kimyewî deng derxînin.”
 
‘Em êdî vî zilmê qebûl nakin’
 
Herî dawî jî Hevseroka HDP’ê yê navçeya Hezexê Evîn Erden axivî û wiha bang kir: “Bila hemû kes rabin ser piyan û bêdeng neminin. Dilê hemû gel û bi taybetî jî dilê dayikan dişewite. Ev bi salan in çekên kimyewî li dijî Gelê Kurd tê bikaranîn û êdî em vî qebûl nakin. Em hevkariya Barzanî jî şermezar dikin. Rola Barzanî jî di vî sûca şerê heye. Şûna ku aliyê gelê xwe bibe alikariya dewletê Tirk dike. Ev nayê qebûl kirin. Di 6’ê mehê de em hemû gelê xwe re bang dikin û ji bo meşa mirovahiyê em ê li Silopiyayê ber bi deriye Xabûrê ve bimeşin.”