Kurê xwe yê girtî 5 sal in nabîne

  • 09:02 21 Îlon 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Girtiyê bi navê Dilhaz Kiliçoglu 5 sal in li girtîgeha Tîpa T ya Ereglî ya Kocaeliyê girtiye û di vê pêvajoyê de qet malbata xwe nedîtiye. Dayika wî Zahîde Kiliçoglu da zanîn ku ew dixwaze ku carekê kurê xwe bibîne.
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê di sala 2016’an de di dema qedexeyên derketina derve de Dilhaz Kiliçoglu hat binçavkirin û girtin. Piştî vê cezayê muebetê lê hat birîn û 7 sal in girtiye. Dilhaz 2 salan li Wanê girtî dimîne û piştre bi îdiaya li gardiyan xistiye surgunê Girtîgeha Tîpa T ya Ereglî ya Konyayê hat kirin. Dilhaz ku 5 sal in, ji malbatê dûr e, di vê pêvajoyê de bi malbata xwe re ne hevdîtina girtî ne jî ya vekirî kir. Dilhaz her wiha ev meheke jî di hucreyê de tê girtin.
 
Dayika wî Zahîde Kiliçolgu der barê rewşa kurê xwe û zextên girtîgehê de axivî.
 
Şertên girtîgehê
 
Zahîdeyê destnîşan kir ku ji ber kurê wê di qawişê de radyo bi kar aniye cezayê hucreyê lê hatiye birîn û wiha dirêjî dayê: “Tevî kurê min daxwazname da jî hîna bêyî sûc di hucreyê de tê girtin. Em hemû şertên girtîgehan dibînin. Kurê min di hucreyê de baş xwedî nabe. Çiqas bêje ez baş im jî em dizanin ku qet ne baş e. Ji ber naxwaze ez xemgîn bibim dibêje ez baş im.”
 
‘Ez ditirsim ku tiştek bê serê kurê min’
 
Zahîdeyê anî ziman ku ji ber girtîgeh dûr e 5 sal in kurê xwe nedîtiye û her wiha bi lêv kir ku ew ji ewlehiya canê kurê xwe bi fikar e. Zahîdeyê ev tişt daxuyand: “Ez ditirsim ku tiştek bê serê kurê min. Em nikarin biçin binîn. Derfetên me yên aborî tune ne. Bila xwedê vê zilmê qebûl neke. Tenê kurekî min dixebite. Em wî pereyî jî dişînin girtîgehê.”
 
‘Ez dixwazim kurê xwe bibînim’
 
Zahîdeyê bang kir ku bila kurê wê ji hucreyê derxînin û wiha dawî lê anî: “Bila kurê min bînin cihekî nêz. Jixwe girtiye. Birine cihekî dûr. Ev hem ji bo wî hem ji bo me ne baş e. Bêyî sedem di hucreyê de digirin. Em dixwazin ji hucreyê derxînin. Ji ber kurê xwe nabîm gelek nexweşiyên min çêbûn. Ez dixwazim kurê xwe bibînim.”