Dayika Pakistan Naîme Demîr: Ez ê heta dawî şopdarê dozê bim

  • 10:46 20 Îlon 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Pakistan Demîr a ku bi salan bi awayek sîstematîk tundi lê dîhat kirin, di 16’ê Îlonê de li Kerboranê ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hat qetilkirin. Dayika Pakistanê Naîme diyar kir ku kujerên keça wê Mehmet Emîn û malbata xwe ne û got ku heta dawî ew ê şopdarê vê dozê be. 
 
Pakistan Demîr (34) ji aliyê  Mehmet Emîn Oner ê ku bi mahra melê pê re hatibû zewicandin ve di 16’ê îlonê de li gundê Zengan ê navçeya Kerboran a Mêrdînê hate qetilkirin. Pakistan, li ber çavên zarokên xwe hat qetilkirin. Piştî bûyerê kiryar Mehmet Emîn Oner hat binçavkirin û hat girtin.
 
Pakistan a ku bi salan bi awayek sîstematîk bi tundiyê re rû bi rû maye, hat diyarkirin ku beriya bê kuştin têkildarî kiryar Mehmet Emîn de serî lî qereqolê daye û biryara “dûrxistinê” jî daye girtin. Pakistan ji ber îşkenceya lê dihat kirin gelek caran neçar maye ku malê terk bike, lê her carê li ser israra malbatê û ji bo zarokên xwe careke din vgeriyaye mala tundi lê dihat kirin. Hat ragihandin ku Pakîstanê ji ber xwe di ewlehê de nedîtiye du caran jî di stargehê de maye. Herwiha ji aliyekî din ve jî hat ragihandin ku berîya Pakistanê bê kuştin ji ber tundiya lê dîhat kirin pitika 1 meh û nîvî ya di nava wê de jî miriye û li nexwşxaneyê bi rêya kurtajê parçeyên wê hatine girtin. 
 
Pakistan a ku piştî hat qetilkirin ji bo otopsiyê cenazeyê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, di  rapora otopsiyê ku hat amadekirin de hat zanîn ku kiryar Pakistanê ji 44 cihan kêr kiriye.
 
Gelo leşkeran ji kuştina Pakistanê re çavên xwe girtin!
 
Herwiha hat ragihandin ku dûrî gundê Zengan ê  Pakistanê lê hatiye qetilkirin bi 400 metreyî dûr qereqolek hebûye û li gorî idayên malbatê leşker di dema xwe de nehatine û mudaxele nekirine. Hat îdakirin ku piştî ambûlans hatiye leşker jî hatine cihê bûyerê.  
 
Dayîka Pakîstanê, Naîme Demîr der barê tişta hat serê keça xwe de axivî.
 
‘Keça min hertim zilm û îşkence dît’
 
Naîme, anî ziman ku keça wê 9 sal berê bi Mehmet Emîn Oner û piştî zewacê bi salek şûnde heta roja hatiye kuştin tudndî lê hatiye kirin Naîme, got: “Piştî ku zewicî bi salekê jiyana wê veguherî dojehê.  Keça min di jiyana xwe de tu rehetî nedît. Her tim zilm û îşkence dît. Ji ber du zarokên wê hebûn nikaribû wan berde. Ji xwe piştî ku zarokên wê çêbûn tundiya lê hat kirin jî zêde bû. Mehmet Emîn Oner destûrê nedida ku keça min derbikeve derve. ”
 
Li ber çavên zarokan dayika wan hat qetilkirin
 
Naîme, da zanîn ku wê kuştina keça xwe ji  ji hevjînê xwe bihîstiye û ev tişt got: “Hevjînê min wê rojê çûbû nimêjê û piştî ku hat got keça me kêr kirine û rakirine nexweşxaneyê. Me nizanibû ku ew qas bi hovîtî kêr kiriye. Min bizanibûya ku keça min dibe gund min ê tiştek bikira. Lê min nizanibû keça min biriye gund jî. Ji xwe telefona wê jî tune bû û ya xwe jî nedidayê. Wê rojê mêrik û birayê wî keça min û herdu neviyên min dikin wesayitê  û ber bi rêya gundê xwe ve bi rê dikevin. Li wir bi kêrê keça min ji gelek cihan bedena xwe tê kêrkirin. Li gorî tişta ji me re hat gotin. Piştî keça min xwestiye herdu zarokan jî bikûje lê ajovanekî ku di rê re derbas dibe nahêle wan bikûje. Ji ber vê ajovan jî kêr dike û birîndar dike. Ev qetlîam plankîrî hatiye kirin. Li ber çavên zarokan dayika wan qeti kiriye. Neviyên min ji wê rojê vir ve nikarin biaxivîn.”
 
'Ji ber îşkenceyê pitika wê ji ber çû'
 
Naîme, destnîşan kir ku jiyana keça  wê tim di nava zilm û tundiyê de derbas bûye û wiha domand: “Her roja keça min bi tundiyê derbas dibû. Dema êvarê Mehmet Emîn Oner dihat malê ji keça min re digot hinek hatine vê malê. Keça min ji tirsa ranediket. Ji min re digot ez ditirsim ku rojekê min bikûje. Keça min ducanî û 1 meh û nîvî bû ji ber îşkenceya lê dihat kirin pitika wê ji ber çû. Pitik di zikê keça min de mir û bi kurtajê wê hildan. Hertim keça min tehdît dikir, ji keça min re digot ‘ez ê te bikûjim.’ Beriya mehekê pêşî şevekî dema keça min raketibû çûye kêr daye ser qirika wê. Ji keça min re dîsa gotiye ‘ez ê te bikûjim.’ Keça min got Zarok raketibûn tişt nekiriye wê şevê. Ji keça min re digot ‘şeytan ketiye nava te’ û ew tehdît dikin. Destûrê nedida ku keça min derbikeve derve. Destûrê nedida perdeyên malê jî vebike. Nikaribû biçûya mala cîranên xwe. Heta nikaribû ji odeyê jî derbikeve.”
 
‘Ez  dev ji dozê bernadim’
 
Naîme diyar kir ku ewê şopdarê dozê be  û wiha domand: “Keça min xwest dest jê berde lê ji bo zarokên xwe careke din vegeriya malê. Wî mêrikî digot ez dev ji te bernadim. Malbata mêrik jî destûr neda keça min test jê berde. Her carê dihatin digotin em ê destûrê nedin tundiyê lê bike. Lê niha keça min qetil kirin. Her carê dihatin me îkna dikirin û dibirin.   Keça min bi zanebûn û plankirî hat kuştin. Ew mêrik û malbata wî berpirsyarê kuştina keça min in. Piştî ku keça min kuştiye şûnde jî li ser cenazeyê wê cixare vexwariye. Bila ev kes cezayê herî giran bigire û edalet pêk bê. Mirovak çawa bi awayek hovane tê qetilkirin. Em vê zilmê û bêedaletiyê qebûl nakin. Heta ku ev kes bê cezakirin jî em nasekinin û em ê şopdarên dozê bin. Em naxwazin tu jineke din bê kuştin. Dilê min şewitî bila dilê dayikên dinê neşewite.”
 
‘Leşkeran mudaxele nekiriye?’
 
Naîme, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser leşkerên ku dereng çûn cihê bûyerê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku leşker di dema xwe de bûçûna wêderê û mudaxele bikira belkî keça min bijiya. Li gel ku qereqol ewqas nêz jî bûye di dema xwe de neçûne.  Heta ku ambûlans nehatiye ew jî nehatine. Çima mudaxele nekirin?”