‘Jinên şîdet dîtine baweriya wan bi dewletê tune ye’

  • 09:04 20 Îlon 2022
  • Rojane
WAN - Endama Komeleya Jinan a STAR Sevgî Ozdînç da zanîn ku di çarçoveya polîtîkayên şer ên taybet de şîdeta li ser jinan bi awayên cuda didome u got: “Jinên em dişînin stargehan du yan jî sê roj şûnde vedigerin. Jin bi mekanîzmayên dewletê bawer nakin.”
 
Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de yên herî zêde bi bandor dibin jin in. Bi taybet li bajarên Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer jin hem di alî beden hem jî di alî nasnameyê de hedef tên girtin û ligel şîdeta cerdevan, leşker, çawîşên pîspor, dixwazin profîla jina makul jî biafirînin.
 
Ji Komeleya Jinan a STAR ku li hember şîdetê xebatan dimeşîne, Sevgî Ozdînç  ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Gumanbar ji sedî 60 mêrên pêre zewicandîne
 
Sevgîyê daxuyakirin ku avabûna komeleyê beriya pandemiyê pêk hatiye û tiştên wê pêvajoyê hatiye jiyîn vegot: “Tevî şertên neyînî jî me ji ser telefonan serlêdan girtin. Me hewl da em bibin bersiva van serlêdanan. Ji 2020’î heta niha me bi awayekî cidî serlêdan girtin. Bêguman em vê naxwazin û xwezî tiştek wisa nebûna. Lê di wê pêvajoyê de ji sedî zêdetir serlêdan hene. Ji sedî 60 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve şîdet dîtine. Gelek jinên serlêdanê dikin nikarin şîdetê vebêjin. Bi taybet ji şîdeta zayendî qet ne agahdar in. Yên serlêdanan dikin ji sedî sed şîdeta fîzîkî dibînin. Şîdeta psîkolojîk ji ya fîzîkî girantir tê jiyîn. Gelek jin şîdeta zayendî qet ferq nakin.”
 
‘Jin li stargehan şîdetê dibînin’
 
Sevgiyê der barê rêbazên çareseriyê yên komeleyê de jî ev nirxandin kir: “Piranî daxwaz ji bo stargehan e. Li dijî van daxwazan em berê wan didin Navendên Şopandin û Pêşîgirtina Şîdetê (ŞONIM). Lê jinên diçin stargehan piştî demekê dîsa serî li me didin. Li bajar rastiyeke qeyûm heye. Qeyûman stargehên aydê şaredariyan girtin. Polîtîkaya wan a jinê tune ye. Hemû mekanîzma di destê mêran de ne. Li aliyê din jî li bajar tenê yek stargehek heye. Jinên diçin stargehan rastî şîdetê tên. Ji ber ve jî jin demekê şûnde dîsa serî li me didin.”
 
‘Ji mekanîzmayên dewletê bawer nakin’
 
Sevgiyê wiha domand: “Bi pêvajoya pandemiyê re li bajarên herêmê ku polîtîkayên şer tên meşandin jinan zor û zehmetiyek mezin kişandin. Jin li malê hatin hepskirin û niha jî krîzek aborî ya mezin heye. Di encama van de şîdet jî zêde bû. Li Kurdistanê polîtîkayek şerê taybet heye. Hawirek şîdetê ya mezin ava bûye. Dewletê Peymana Stenbolê fesh kir. Ji ber vê jî jin li dijî dewletê baweriyê wan tune ye. Ji ber jin dizanin ku dewlet li dijî şîdetê tedbîrê nagire.”
 
‘Divê hemû sazî bi hev re tev bigerin’
 
Seviyê destnîşan kir ku ew piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk didin jinan û ev tişt bi lêv kir: “Divê em bi hevalên xwe yên parêzer û psîkolog re ligel jinên mexdûr bin û bi hev re bixebitin. Em wek psîkolog hewl didin wan xurt bikin. Ji bo li dijî şîdetê bisekinin em piştgiriyê didin wan. Lê ev tenê têr nake. Divê hemû STK, rêveberiyên herêmî çapemenî bi hev re tev bigerin. Em dibêjin ku bi piştevaniyê têkoşînek mezin ferz e. Di encama projeyan de me xwe gîhand bi sedan jinî. Jinên penaber jî xwe gîhandin me. Jinên penaber piştî sînor derbas dikin ji ber ziman nizanin mexdûr dibin, şîdetê dibînin, tên tecawizkirin. Bi projeya ku em bi seferatxaneya Fransayê re dimeşînin ji sedî zêdetir jinên penaber tevli kursên ziman, atolyeyên hiqûqî û psîkolojîk bûn. Me bi Mor Salkim re projeya ‘Em frênê didin şîdetê’ pêk anî. Me bi vê projeyê xwe gîhand sedan jinî.”
 
‘Em tevli bernameyên hevpar dibin’
 
Sevgiyê wiha dawî lê anî: “Em bi Platforma Demokrasî, Platfroma Jinan a Wanê, STK’yan re tevli bernameyan dikin. Em mexdûriyeta jinên girtî tînin rojevê. Ji bo girtiyên nexweş ji bo girtiya nexweş Aysel Tugluk em bernameyan pêk tînin. Gelek dozên jinan ên em dişopînin hene.”