'Pêngava me ya Wargeha Holê gihaşt armanca xwe'

  • 11:03 19 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NUÇEYAN - Berdevka YPJ'ê Ruksen Mihemmed derbarê bi dawîbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Wargeha Holê de axivî û got: “Li dijî êrişên Tirkiyeyê operasyonek dane despêkirin û gihaştine armanca xwe. Ji bo ewlehiya wargehê, parastina mirovan û li dijî DAIŞ'ê me erka xwe anî cih û em ê bînin cih jî." 
 
Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25'ê tebaxê de dest pê kir. Di 17'ê îlonê de bi dawî kir. Pêngav 24 rojan dewam kir. Di çarçoveya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de gelek çekên sivîk û navîn, bi dehan tunel û cihên perwerdekirina zarokan li ser fikirê DAIŞ'ê dîtin, her wiha bi dehan şaneyên veşartî jî hatin girtin. Her wiha belgeyên ku tekiliya Dewleta Tirk û DAIŞ'ê derdixe holê jî hatin dîtin.
 
Berdevka Yekineyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemmed derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Zarok bi hişmendiya DAIŞ’ê tên mezinkirin’
 
Ruksen, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser taybetmendiya Wargeha Holê û pêngava ku hatî destpêkirin: “Herkes dizane ku li Wargeha Holê xeteriyeke mezin heye. Ji ber ku wargeheke herî mezin a cîhanê ye.  Li vir ji 50 welatî 60 hezar kes dijîn. Ev malbat, malbatên DAIŞ’î ne. Despêkirina pengava duyem pewistiyek bû. Ji ber êrişên Tirkiyeyê me dereng dest bi operasyonê kir.  Di destpêka sala 2022’yan heta niha li wargehê 44 kes hatin kuştin. Li wargehê îşkence li kesan dihat kirin. Perwerde dihat dayîn. Zarok bi hişmendiya DAIŞ’ê li ser navê ‘Eşbel El Xilafet (Nifşên Xîlafetê)’ dihatin mezin kirin û di bin navê El Hisbê dihatin bi rexistinkirin.”
 
‘Em gihîştin armanca xwe’
 
Ruksen wiha behsa têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê kir: “Di hindirê wargehê de gelek şanayên DAIŞ’ê yen veşartî derketin hole. Bi vê yekê re jî derket holê ku Tirkiye li wargehê têkiliyên xwe bi DAIŞ’ê re didomîne. Kuştinên ku li wargehê pêk tên tê wateya xwe nûkirina DAIŞ’ê. Ji ber vê yekê me pewistî bi oprasyonê dît. Dema me dest bi operasyonê kir gelek armancên me hebûn û me ev armancên xwe bi cîh anîn. Yek ji van perwerdeye ku dihat dayîn û ya din jî şanayên DAIŞ’ê bûn. Me ev armanca xwe bi cîh anî.”  
 
‘Me erka xwe anî cîh’
 
Ruksen, wiha bal kişand ser encamên operasyonê: “Me têkiliya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê bi raporan ji rayagiştî re ragihand. Me ji destpêke heta îro li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin da. Me wek hezên QSD, YPG û YPJ’ê erkên xwe yen li hember Wargeha Holê bi cîh anî. Me li wargehê gelek tunel dît û di van tunelan de zarok dihatin perwerde kirin û her wiha kesên ku hatine qetilkirin jî di nav wan tunelan de hatine veşartin. Me gelek tunel xira kirin. Dîsa di encama operasyonê de me gelek amûrên perwerdê, cihên lêpirsîn û darizandinê jî hatin dîtin.” 
 
‘Em ê tola gelê xwe û yên êzidiyan rakin’ 
 
Derbarê rizgarkirina 2 jinên êzidî de Ruksen wiha axivî: "Wek YPJ’ê me di pengava duyem de gelek operasyon pêk anî. Di nav wan operasyonan de ya herî girîng jî rizgarkirina 2 jinên êzidî bûn. Ev jin bi salan li wargehê hatine hiştin. Her wiha ji ber ku kurd û êzidibûn bi îşkenceyeke dijwar re rûbirû mabûn. Rizgarkirina wan herduyan ji bo me cihê kefxweşiye û serkeftinê bû. Ji ber ku me wek YPJ’ê soz dabû ku em ê jinên êzidî ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Bi rizgarkirina her du jinan me soza xwe dubare kir. Em ê tola gelê xwe û ya êzidiyan rakin.” 
 
‘4 jinên ku hatibûn zincîrkirin hatin rizgarkirin’
 
Ruksen, destnîşan kir ku di operasyona ku 5’ê îlonê de pêk hatî de jî YPJ 4 jinên ku li konê de hatibûn zincîrkirin rizgar kir û wiha bi lêv kir: “Ev 4 jin jî bi îşkenceyê re rûbirû mabûn. Lêpirsina me ya ji bo wan jinan didome. Lê diyare ku ev jin li dijî hişmendiya DAIŞ’ê derketine ji ber vê yekê hatine zincîrkirin. Her wiha di nava vê salê de heta niha li wargehê 44 kes hatin qetilkirin. Di nav van kesan de Hezên Ewlekariya Hûndirîn û kesên ku li dijî fikrê DAIŞ’ê derketine hatine qetilkirin.” 
 
‘Dê operasyonên bi vî rengî bidomin’
 
Ruksen, anî ziman ku kesên di rêveberiya Eşbel El Xilafet û El Hisbê de cîh girtine hatin girtin û got: “Bi girtina van kesan re em gihîştin encameke girîng. Elbet dê operasyonên bi vî rengî dê bidomîn. Dewletên ku welatiyên wan di vê wargehê de hene berpirsiyariya xwe pêk naynîn. Berpirsiyatî tenê li ser mile QSD’ê, YPG-YPJ û Reveberiya Xweser hiştine. Ewlehiya vê wargehê parastina mirovahiyê ye em wisa nêz dibin. Lê belê pewîste ku civaka netewî û dewletên ku welatiyên wan li vî wargehê ne ji wargehê bigirin û bidarizînin.”
 
‘Em ê bi erkên xwe re bin’
 
Ruksen, destnîşan kir ku Tirkiye hêj jî hewl dide ku DAIŞ’ê li herêman bi cih bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li wargehê perspektîf û talimatên kuştinê û tevliheviyê tên dayîn. Me bi dehan caran bang li dewletên navneteweyî kir ku ji Tirkiyeyê hesab bipirsin û berpirsiyariya xwe bînin cih. Em wek QSD, YPG-YPJ’ê em ê bi erkên xwera bin û em bi vê operasyonê gihaştin armanca xwe û me encamên girîng bi dest xist.”