Çalakvanên Meşa Cûdiyê gihaştin navenda kombûnê

  • 15:24 17 Îlon 2022
  • Rojane
ŞIRNEX – DTK, TJA, DBP, HDP, MEH hatin quntara Çiyayê Cûdî. Heyet wê li vir daxuyaniyê bide û dest bi meşê bikin.
 
Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşmeya “Em li dijî hilweşîna şer û talana xwezayê dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve wê bimeşin. Kesên ku ber bi Şirnexê ve ketin rê, gihaştin li navenda kombûnê. 
 
Kesên ku ji Îzmîr, Stenbol, Enqere, Mugla, Manîsa, Edene, Mêrsîn, Dîlok, Êlih, Batman, Mêrdîn, Wan û li çar aliyê welat hatin Şirnexê li ser rêya Hawirdor a Cizîr-Şirnexê li petrolekî kombûn.
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê, Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsyarê Ekolojiyê ya HDP’ê Nacî Sonmez jî navê de bi hezaran kes derbasî Avgamasyayê bibin.