Li Amedê ji bo Rojnamegerên girtî daxuyanî hat dayîn

  • 11:06 16 Îlon 2022
  • Rojane
AMED - MKGP û DFG ji bo 16 rojnamegerên hatin girtin di 3'emîn meha girtîna wan de daxuyanî dan. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Diclê Firatê (DFG) û Platfoma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ji bo piştgiriya 16 rojnamegerên girtî li ber postexaneya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî dan û 16 rojnamegerên girtî re qert, name û pirtûk şandin. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, endam û rêveberên HDP'a Amedê û gelek rojnamegêr tevli daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta ku wêneyên rojnamegeran li ser hebû û nivîsa “Çapameniya Azad nayê bedêngkirin” li ser dinivisî hilgirtin. 
 
Daxuyanî bi kurdî û tirkî ji aliyê berdevka MKGP'ê  Rojnameger Roza Metîna û Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu ve hat xwendin. Roza Metîna di dxuyaniya ku bi kurdî xwend de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamegeran û got, "Em di şexsê 16 hevalên xwe yên rojnameger de yên ku ji ber nûçe û bernameyên çêkirine wekî sûcdar tên dîtin, bang li herkesî dikin ku rojnamegeriyê biparêzin. Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne û em bang li hemû kesî dikin ku bibin hevparê vê têkoşînê. "
 
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
 
"Li Amedê di 8'ê Hezîranê de li dijî rojnamegerên kurd operasyonek pêk hat. 20 jê rojnameger 22 kes biserdegirtina malan hatin binçavkirin û 8 rojan li emniyetê hatin girtin. Di çarçoveya vê operasyonê de bi ser şîrketên JinNews, Pel, Piya û Arî Produksiyonê de hat girtin. Bi vê serdegirtinê polîsan dest dan ser wênekêş, qamera, kompîtur û hard dîskên komputuran. Di bin navê lêgerînê de Piya û Ari produksiyon mehekê hat dorpêçkirin. Her wiha hat astengkirin ku xebatkar bikevin hundur. Piştî dema 8 rojan a binçavkirinê Mudura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruç, Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, rojnameger Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelik, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geciken, Lezgin Akdeniz û Mehmet Şahin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 
 
Di dema îfadeya dozger û dadgeriyê ya 16 rojnamegeran de nûçe û bernameyên televizyonê yên rojnamegeran çêkirine wekî sûc hatin nîşandan. Her wiha li Muduriyeta Emniyetê ya Amedê wênekêş, qamera, arşîvên rojnameyan wekî delîlên sûc hatin nîşandan. 
 
Îro li vir ji bo 16 rojnamegerên ku ev 3 meh in ji azadiya xwe bêpar tên hiştin, em kom bûne. Ji ser girtina hevalên me yên rojnameger tevî ku 3 meh derbas bûn jî lê belê hîn lêpersîna derbarê wan de nehatiye temamkirin û îdianame nehatiye amadekirin. Her wiha ji bo girtina hevalên me yên rojnameger jî îtiraz hatibû kirin lê belê ji bo van îtirazana jî bersiva neyînî hat dayin. Divê di demeke kurt de îdianame bihata amadekirin û hevalên me bihatana berdan. Em careke din dibêjin ku li cihekî ku çapemenî lê ne azad be em nikarin li wir behsa azadiyê bikin. Em dîsa banga xwe ya berdana 16 hevalên me yên rojnameger û hemû rojnamegeran dubare dikin. 
 
Em di şexsê 16 hevalên xwe yên rojnameger de yên ku ji ber nûçe û bernameyên çêkirine wekî sûcdar tên dîtin, bang li herkesî dikin ku rojnamegeriyê biparêzin. Em careke din diqêrin û dibêjin em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne û em bang li hemû kesî dikin ku bibin hevparê vê têkoşînê."
 
'Hiqûqê binpê dikin'
 
Piştre berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî. Ebrü, diyar kir ku ew jî ji bo piştgiriye bidin rojnamegerên girtî tevli daxuyaniye bûne û ev tişt anîn ziman: “Desthilatdar kengî dest bi konsepta şer dike û dixwaze heqîqetê veşêre bi taybetî rojnamegerên kurd êrişî çapemeniya azad dikın. 3 meh bi ser girtina rojnamegeran re derbas bûn lê hêj jî îdianame nehatiye amadekirin, ew jî bi awayekî şênber nîşan dide ku rojnameger bi komployê hatine girtin. Ji xeynî nûçeyan tiştekî ku bikin delîl tune ye. Lê desthilat weke hemû darizandinên bi komployê, pêvajoya amadekirina îdianameyê veguherandiye îşkenceyê û operasyona tolhildanê û hiqûqê binpê dike.”
 
'Êrîşên desthilatdariyê berdewam in'
  
Ebrû, destnîşan kir ku piştî ku rojnamegêr hatin girtin desthilatê li her derê êriş dan destpêkirin û got: “Bi destê desthilatê li her derê komkujî çêdibin. Ew jî bi awayekî vekirî sedema êrişên çapemeniya azad dide nîşan dan. Helbet êrişên li ser rojnamegerên kurd nû nînin lê rojnamegerên ku li ser rêya heqîqetê ne, wan mîrateya Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz û Metîn Goktepe dewr girtine, ji ber wê ew ê tucar serî netewînin. Em li vir carek din dibêjin ku rojnamegerî ne sûce, hevalên me yên rojnamegêr demildest berdin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên, "Rojnamegerî ne sûc e", "Hevalên me yên rojnameger berdin", "Rojnamegerî nayê darizandin" bi dawî bû. 
 
Piştî daxuyaniyê Di pêşengiya MKGP û DFG'ê de bi sedan kes ji bo ku piştevaniya xwe bi rojnamegerên girtî re ragihînin pirtûk, kart û name ji rojnamegeran re şandin.