‘Jinên Kurd wê serî netewînin’

  • 09:08 16 Îlon 2022
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babur ku di daxuyaniya çapemeniyê ya di salvegera operasyonên qirkirinên siyasî de hat dayîn de hat binçavkirin ji ber gotina wê ya ‘Wê kurd serî netewînin’ doz lê hat vekirin. Doza ku Edîbe jê dihat darizandin, wê polîsên ku serê wê dan erdê wek şahid bên guhdarkirin.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ji ber wêneyên di navbera salên 2013-2015’an de kişandibû ji aliyê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ve hedef hat girtin û destnedana wê hat rakirin, di 2’yê îlonê de jî li Stenbolê hat binçavkirin. Wezîrê karê hundir li ser çapemeniya dîjîtal binçavkirina Semra Guzel ragîhand. Dema ku Semra Guzel ji bo dermankirinê dibin kontrola doktor polîsan îşkence lê kir û serê wê dan erdê. Ev dîmen di çapemeniya civakî de hatin parvekirin. Li ser vê îşkencê rayagiştî ya cîhan û Tirkiyeyê bertekên mezin nîşandan.
 
Li Wanê jî hewl dan serê Edîbe Babur bitewînin
 
Yek ji mînaka îşkenca serîtewandinê jî di 4’ê mijdara 2021’ê de li Wanê di daxuyaniyeke çapemeniyê ya ji bo protestorkirina salvegera operasyonên qirkirina siyasî de pêk hat û polîsan di êrişa xwe de ev pêkanîn kir. Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan Edîbe Babur ji aliyê sê polîsan ve hat binçavkirin û polîsan hewl dan serê wê bitewînin. Edîbeyê gotibû ‘Tu car nikarin bi kurdan serî bitewînin’. û ev dîmen bi 13 saniyeyan ketibû rojevê.
 
Lêpirsîn li Edîbeyê hat vekirin
 
Piştre Edîbe li otobusa binçavkirinê siwar kirin û piştî dîmen belav bûn û bertek hatin nîşandan, Edîbe bêyî bibin emniyetê li nexweşxanê kontrola tenduristiyê hat kirin û hat berdan. Piştre Serdozgeriya Komarê lê geriyan û xwestin biçe îfadê bide û Edîbe dîsa çû Emniyetê, li wir rayedaran gotiye ‘tiştekî şaş çêbûye’ û li ser vê Edîbe bêyî îfadê bide çibû mala xwe. Du roj şûnde Edîbe bi parêzerê xwe re çû Emniyetê îfade da û der barê Edîbeyê de ji ber gotinên ‘Hûn nikarin bi kurdan serî bitewînin’ lêpirsîn lê hat vekirin. 
 
Polîsên îşkence kirin wê wek şahid bên guhdarkirin
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdiaya ‘muxalefetê kanûna meş û xwepêşendanan’ ji aliyê serdozgeriya komarê ya Wanê ve li Edîbeyê hat destpêkirin de îdianame hat amadekirin û ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Wanê ve hat qebûlkirin. Edîbe di 26’ê gulanê de derket pêşberî dadger û doz taloqî 11’ê Mijdarê hat kirin.
 
‘Wê bi jinên kurd serî nedin tewandin’
 
Edîbeyê der barê doz û îşkenca lê hatiye kirin de axivî û got heman tişt li Semrayê jî hatiye kirin û got: “Piştî gotinên min ket ser çapemeniyê doz hat vekirin. Heta niha der barê min de 13 doz hatine vekirn. Bi dehan carî ez hatim tehdîdkirin. Ez carek din dibêjim; Ev doz bi jina kurd serî natewîne. Ji Leyla Qasim heta Semra Guzel serê jinên kurd nehat tewandin.”