Ji bo xwendekarên xwe negîhandin perwerdeyê kampanya

  • 09:06 16 Îlon 2022
  • Rojane
 
AMED - Li navçeya Sûrê  ji ber pevçûn û koçberiyê, her wiha ji ber pandemiyê ku her kesî xwe nikaribû bigihîne perwerdeyê, ji bo 15 xwendekaran kampanyaya fêrgehê hat destpêkirin. Endama Lijneya Rêveberiya Çocuk-Ça-Der Fatma Gulan Onkol da zanîn ku divê hemû saziyên bajêr xwedî li kampanyayê derkevin.
 
Komeleya Xebatên Zarokan (Çocuk-Ça-Der)  ji aliyê aktîvîstên mafê zarokan ve di 2018’an de li Amedê hat avakirin. Komele di çarçoveya xebatên xwe de di 2020’î de rojên Fîlman a onlîne ya Çocukça pêk anî. Di 2021’ê de de çû guherînê û bi armanca piştgiriya akademîk a zarokan, pêkanîna xebatên çandî, civakî, psîko-sosyal barkirin Sûrê.
 
Çocuk-Ça-Der ji bo 15 xwendekarên ku derfetê wan yê xwe bigihînin perwerdeyê tune kampanyaya fêrgehê da destpêkirin.
 
Endama Lijneya Komeleyê Fatma Gulan Onkol der barê kampanya hatiye destpêkirin de nirxandin kir.
 
'Malbat bi fikar nêz dibin'
 
Fatmayê balkişand ser armanca damezrandinê û wiha daxuyand: “Ji ber cih me li Sûrê komele vekir. Sedema me ya hatina Sûrê ev bû ku em bal bikşînin ser pêvajoya pevçûna lê hat jiyîn û pêvajoya pandemiyê ku bandorek çawa kiriye. Me bi zarokan re bernameyên piştgiriya psîkolojîk pêk anîn, me hem rehberî kir hem jî me piştgiriya ji bo perwerdeyê da. Dema em nû hatin navçeyê bi gel re ji ber pevçûnan tirsek hebû. Ji ber vê malbat bi fikar nêzî me dibûn. Lê bi hatin xwendekaran re ev hat şikandin.” 
 
‘Em li Baglar û Sûrê xebatan dimeşînin’
 
Fatmayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku li Sûrê ji ber pevçûna hatibû jiyîn ji ber hilweşînên û binpêkirina mafan tabloyek giran hebûye û wiha dawî lê anî: “Ji ber vê em bi rêbazek cuda nêz bûn. Qadên xebatên me Baglar û Sûr bû. Lê bi taybet em li Sûrê xebatan dimşeînin. Em şer, rasta siyasî û aborî li ber çavan digirin û xebatan dimeşînin. Xwendekarên ji ber krîzê nikarin bixwînin hene. Em piştgiriyê didin wan. Me kampanya da destpêkirin. Xwendekarên dema rêveberiyên herêmî de nû dest bi dibistanê kiribûn îsal wê bikevin ezmûne. Lê ev zarok di hawira şer de mezin bûn. Ji ber vê xwegîhandina perwerdê pir zehmte bû. Me hedef kir ku em kêmasiyên heyî çareser bikin. Divê em ji b ovan zarokan tiştekî bikin. Divê hemû saziyên bajar piştgiriyê bidin vê kampanyayê.”