Semraya di êrişa nîjadperest de gefa tecawizê lê hat xwarin: Neheqiyê nekin ji rêzê

  • 10:53 15 Îlon 2022
  • Rojane
 
Melike Aydin
 
AYDIN - Semra Turkan a êrişa nîjadperest lê hat kirin û bi tecawizê gef lê hat xwarin diyar kir ku dema îfadeya wê li Qereqola Cendermeyê ya Încirliovayê hatiye girtin mafê parêzer jê nehatiye pirsîn. Semrayê derbarê rojnameya Aydinlikê jî got:"Hûn çima gundiyan diparêzin? Li gel mafdaran bisekinin, neheqiyê nekin ji rêzê." 
 
Li Gundê Arapdereyê yê navçeya Încirliova ya Aydinê di 11'ê Îlonê de malbateke kurd a ji Îdirê dema diçin xaniyê xwe yê nû girtine, bibînin bi êrişa nîjadperest rû bi rû dimînin. Gundiyên ku gotin "Em li gund kurdan naxwazin" di tevî zarokan 8 kesên ji malbateke birîndar kirin. Hat hînbûn Semraya gefa tecawizê lê hat xwarin dema diçe li Qereqola Cendermeyê ya Încirliovayê îfadeyê dide mafê parêzer jê nayê pirsîn. Her wiha mêrê bi navê Îsmaîl ê di dema îfadeyê de hat teşhîskirin jî nehat girtin. 
 
Semrayê êrişa nîjadperest û tiştên piştî wê hatine serê wê ji ajansa me re vegot. 
 
Semrayê da zanîn ku bi saya kesên Cengiz Turkan ê li inşaata li Aydinê dixebitî ji polîsê teqawit ê bi navê Dogan Narin mal kirîne û got di 11'ê Îlonê de tevî ku berê agahî dane jî bi hinceta yên di kirê de bûn li ser erd in mal nedîtine. Semrayê got:"Dema em çûn malê xizmên kesê di kirê de bûn ên li qatê jor gotin derî vekiriye hûn dikarin lê binêrin. Her çiqas tabû li gel me be jî em neketin hundur. Lê me teşwîqî ketina hundur kirin. Ev plankirî bû. Ger biketana hundur wê bi hinceta tecawiza li dijî haneyê me li hundur qetil bikirana. Polîsê teqawît nexwest bê. Dayika min got tiştek di vana de heye hadê em herin. Ji ber em ewqas rê hatibûn me xwestibû em lê binêrin. Polîsê teqawît got 'dawiyê hûn ê lê binêrin'. Bi fikara xwe tiştek diyar dikir. "
 
Li gund pevçûnê rû da
 
Semrayê di dewamiyê de da zanîn ku birayê wê dema li qehweyê bû yên wir gotine tu ji ku derê yî û dema birayê min gotiye em Îdirî ne wan jî gotine qey we li dereke din mal nedîtiye. 
 
Bi konvoyê bûn
 
Semrayê bi lêv kir ku dema ew dikiran ji gund derketana gundiyan bi sopeyên hesin û keviran rêya wan birîne û got:"Wê demê êriş li birayê min hat kirin. Rê jî li me girtin. Bi konvoyê bûn. 15-18 wesayit hebûn. Herî kêm 60-70 kes di destên wan de sope li hêviya me bûn. Hemû ji derûdora gundê Arapdereyê bûn."
 
'Gefa tecawizê li min xwarin'
 
Semrayê da zanîn ku gundiyan ji wan re gotine ger hûn hatibin vir wê demê we mirin daye ber çavên xwe û wiha got:"Jixwe ez emeliyatkirî bûm. Bi kîn û nefret bûn. Birayê min ê ji destûrê hatibû leşker bû. Min got hûn nîjadperestiyê dikin. Birayê min di nava xwînê de ma. Min xwe da ser birayê xwe. Min kişandin kêlekê. Gotin ger hûn hatibin vir we mirin jî daye ber çavên xwe. Ji sê saetan zêdetir me dîl girtin. Heqaret li kurdîtiya me kirin. Gotin hûn çima neçûn çiyayê xwe hûn terorîst in. Her ez diaxivîm bi hêrs dibûn. Dijûn û heqaret kirin. Şîmaq bi ser çavên min dadan û dest dirêjî min kiirn. Gefa tecawizê li min xwarin. Wêne û video kişandin. Gotin hûn herin ku em ê we bibînin."
 
'KADES'ê berê me da du qereqolan lê herduyan jî alîkarî nekirin'
 
Semrayê da zanîn wê hewl daye xwe bigihêje sepîna KADES'ê û got:"KADES'ê berê me da du qereqolan lê herduyan jî alîkarî nekirin. Erebeyên li ser rê jî ji tirsan alîkariya me nekirin. Em qedera xwe re bi tenê man. Xwîn ji devê birayê min çû bi ser hişê de çû. Me got qey birayê min miriye. Ez li bavê xwe yê xwe veşartibû geriyam. Di nava tirsê de em li wesatiyê hatin siwarkirin. Em çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk. Dema em li nexweşxaneyê bûn cenderme hat. Me jî got çima hûn niha tên çima dema li me dan hûn nehatin? Me birin Qereqola Cendermeyê ya Încirliovayê û mafê parêzer jî ji me pirs nekirin. Dema em li cendermeyê geriyabûn got ne herêma min e ez nikarim bêm. Me xwe bi rêya internetê gihand HDP'ê. Ger ne ji HDP'ê ba min ê çi bikiraya?"
 
Bersûc hat teşhîskirin lê nehat girtin
 
Semrayê bi lêv kir ku ersûcê ku gefa tecawizê li min xwar û tundî kir min ew teşhis kir lê nehat girtin û wiha lê zêde kir:"Bersûcan li qereqolê ji me re gotin we hijîr dizîne. Di îfadeya xwe de gotin ketine baxçeyên me. Me tu hijîr jênekiribû. Rojnameya Aydinlikê jî nûçeya bi derewan da. Ez bang li vê rojnameyê dikim bila gundiyan neparêze. Hûn çima gundiyan diparêzin? Li gel mafdaran bisekinin, neheqiyê nekin ji rêzê."