Yekane namzeta Enqereyê: Me baroyek demokratîk da ber xwe

  • 09:07 15 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Lijneya Giştî ya 67’emîn a Baroya Enqereyê wê di 8-9’ê cotmehê de pêk bê û yekane namzeta jin Sevînç Hocaoglullari balkişand ser modela baroya demokratîk û got: “Em ê baroyeke ku zêdetir mafê gotina jin û ciwanan derbasdare bikin jiyanê.”
 
Di 2’yê îlona 2020’an de li Tirkiyeyê pergala ‘pir baro’ ket jiyanê û piştî vê Baroyên hejmar 2 yên Enqere û Stenbolê hatin avakirin û bi vê re jî hejmara baroyên navendî bû 83.  Baro ji bo rêveberî û serokên nû diyar bikin di meha cotmehê de lijneya giştî wê pek bînin. Ya Enqereyê wê di 8-9’ê cotmehê de di lijneya Giştî ya 67’an li Navenda Huner û Kongreyê ya Nazim Hikmet pêk bê.
 
Yekane namzeta jin a Baroya Enqereyê namzeta Koma Parêzerên Hevdem a Azadîxwaz (OÇAV) Sevînç Hocaoglullari der barê mijarê de axivî.
 
‘Wekê ku temsîliyetek sîmgeyî ye nîşan didin’
 
Sevînçê got ew girîngiyê didin namzetên jin û got: “Li qada ku jin kêm aktîfin em bi aliyê ku çima jin tune tên hesibandin re mijûl dibin. Di encama hewldanên demokratîk yên OÇAV’ê de jin ji xwe di têkoşîna hiqûqî de li pêş in. Jinên di têkoşîna hiqûqê de li pêş in, di mekanîzmayên biryar û gotinê de jî wê li pêş bin. Pêşketineke demokrastîk  a OÇAV’ê heye. Ji ber vê jî di têkoşîna mafê mirovan de jî di têkoşîna jinan de jî di têkoşîna hiqûqê de jî hevalên me yên jin yên li pêş di lîsteya me de cih girtin. Di mijara namzetiya jinan de gotinên ‘Ay çiqas xweşe jinek bûye namzet’ hene. Wekê ku temsîliyetek sîmgeyî ye nîşan didin. Tiştekî ku jin heq dike ye û divê di qada temsiliyet, mekanîzmayên biryarêde, lijneyên baor û serokatiyan de jin cih bigirin. OÇAV’ê jîsteyek wisa amade kir. Hevalên me yên jin û ciwan zêde ne. Hevalên me yên ciwan dikevin pîşeyê. Ji ber baro serdestiya mêrin pirsgirêka parêzerên jin nayê dîtin. Bi nêrîna mêr li pirsgirêka pîşeyê dinêrin. Em dikarin bi lîsteyek ku hem jin hem ciwan têde cih digirin baroya Enqereyê bi rêve bibin.”
 
'Parêzeriyek çawa, baroyek çawa?’
 
Sevînçê daxuyakirin ku desthilatdarî mudaxaleyê baroya Enqereyê dike û got Navenda Mafê Mirovan a Baroya Enqereyê xwest rapora îşkenceyên li navendên binçavkirinê biweşîne lêji aliyê rêveberiya baroyê ve hatiye kirin, sansurkirin û got: “Li ser vê krîz û îstîfa hatin jiyîn. Li Tirkiyeyê pêvajoyek bi tevger tê jiyîn. Darazek rizyaye heye. Navên dozgeran tiştên çawa tê rojevê. Em wek lingê parastinê ji bo serokatiya lijneya giştî ya baroyê talibin. Di darazek çawa de parêzeriyek çawa? Baroyek çawa? Em van pirsan ji xwe dipirsin. Îro du mijarên baroyan hene. Ev disibin pirsgirêkên Tirkiyeyê.  Hewcedariya me bi baroyek ku têdikoşe heye. Daraz û hiqûq serobino bûye. Li dijî vê rizandinê û ji rêderketinê divê em gotina xwe bêjin. Yên gotina xwe bêjin jî barone.”
 
‘Parêzer jî betal û xizan tên hiştin’
 
Sevînçê destnîşan kir ku bi wesîleya lijneya giştî wê pirsgirêkên parêzeran jî bên nîqaşkirin û got: “Parêzer wê têkoşîna edelet û hiqûqê çawa bidin? Baro li vir wê di kîjan pozîsyonê de bin. Ev pirs girîng in. Her wiha Tirkiye di krîzek aborî ya giran de ye. Dema krîz tê gotin parêzerên ku mafê karkeran diparêzin tên hişê mirovan. Lê parêzer jî xizan tên hiştin û dibin karker. Pîşeyê bê îtîbar dikin. Ji ber vê jî bi êrîşan re tên rû hev û ked tune tê hesibandin. OÇAV xwedî heza ku pirsgirêkan çareser bike ye. Çar hefte ma ji lijneyê re. Xebatên me yên kolektîf hene. Em ê xwe bigihînin hevpîşeyên xwe. Em fikrên xwe yên der barê baroyek demokratîk te ji hevalên xwe re ragihînin. Di rewşa bêm hilbijartin de wê baroyek demokratîk bê avakirin. Jin û ciwan wê tevli her pêngavê bibin. Wê baroyeke ji nava jiyanê bê avakirin.”
 
'Pîşeya parêzeriyê guheriye'
 
Sevînçê  got aliyekî din yê xizan bûye parêzerin û got: “Pîşeya parêzeriyê guheriye. Parêzerin lê çiqas serbixwe ne. Gelo heqdestekî mirovane bijîn qezenc dikin an na. Divê ev pirs bên pirsîn. Di van şertên ku em beramberê keda xwe nagirin de ne pêkane em behsa edeletê bikin. Pêkanînên desthilatdariyê yên li hember edliyeya Enqereyê veguheriye alava cezakirina Baroya Enqereyê. Wek OÇAV xebatên me yên girîng hene. Baroya Enqereyê yekane baroya li Tirkyeyê belgeya polîtîka li dijî şîdeta zayenda civakî weşandiye. Di vê alî de me hewl da yekîneyên piştgiriyê bên avakirin. Em ê van yekîneyan aktîf bikin.”