Mêrê di êrişa nîjadperest de hat teşhîskirin, nehat girtin

  • 10:04 14 Îlon 2022
  • Rojane
 
Melike Aydin
 
AYDIN - Mêrê bi navê Îsa yê di îfadeya Semra Turkan a êrişa nîjadperest lê hat kirin û hewldana tecawizê li dijî wê pêk hat, hat teşhîskirin nehat girtin. Di îfadeya li Qereqola Cendermeyê hat girtin jî hat hînbûn hatiye xwestin êriş wekî êrişeke munferît bê nîşandan. 
 
Semra Turkan li Gundê Arapdereyê yê navçeya Încirliovaya Aydinê dema diçe li mala xwe ya nû girtîne dinêre bi êrişa nîjadperestî û bi êrişa zayendî rû bi rû dimîne. Semra li Qereqola Cendermeyê îfade da. Dema Semra dê û bavê wê îfadeya xwe digirin mafê parêzer jî ji wan nayê pirsîn. Semrayê gelek bersûc teşhîs kir. Mêrê bi navê Îsa yê ku hat îfadeyê û hat teşhîskirin nehat girtin. 
 
Parêzera Semra û di heman demê de endama PM'a HDP'ê Işık Arcan a tevlî îfadeyê bû got tê xwestin ev bûyer wekî bûyereke munferît bê nîşandan. Semrayê got ew ê wekî HDP dozê bişopînin. 
 
'Travmaya êrişî didome'
 
Işıkê diyar kir ku travmaya êrişî ya Semra û malbata wê didome û wiha domand:"Ji ber hewldana tecawizê li dijî Semrayê pêk hat derûniya wê xirab bûye. Nikare li malê bi tenê bimîne û bi mirovan re têkiliyê dayne. Divê alîkariya profesyonel bigire. Dema li qereqolê îfade hat girtin wekî ku ev bûyereke ji rêzê be û êrişeke munferît be hat nîşandan. Ji ber gefxwarina tecawizê di îfadeyê de cih negirt loma me ji dozgeriyê ji bo lêzêdekirina îfadeyê destûr xwest. Semra eşkalên kesên hatin îfadeyê tespît kir. Me nav jî da."
 
Mafê parêzer jî nehatiye pirsîn
 
Işikê bi lêv kir ku ew ê hem li ser navê rêxistinên jinan hem jî li ser navê HDP'ê tevlî dozê bibin û wiha lê zêde kir:"Îfadeya ewil bi parêzer girtine. Mafê parêzer nehatiye bibîrxistin jî. Di tu îfadeyê de parêzer tune ye. Hatiye xwestin ser bûyerê demildest bê girtin. Bawer im ji jor jî zexteke wiha hatiye kirin. Dema em ji qereqolê derketin endamê meclîsa MHP'ê jî dixwest em derkevin. Hem tundiya zayendî hem zext heye. Ger ser bûyerê bê girtin wê kêfxweş bibin lê em ê negirin."
 
'Fam kirin em dev ji vê bûyerê bernadin'
 
Işikê da zanîn ji bo bûyer wekî bûyereke ji rêzê bê xuyakirin hewldanek pêk hatiye û wiha pê de çû:"Me dema got em herin gund van kesan teşhis bikin gotin kes li gund tune ye her kes çûye kar. Dema me got madem ewqas mêr dixebitin li heman cihî bi heman awayî çawa disekinin? Bersiva pirsa me nedan. Fam kirin em dev ji vê bûyerê bernadin. Parlamenterên HDP'ê jî geriyan. Wan jî gotin ew ê bi mijarê eleqeder bibin û wê pêşniyazînameyê amade bikin."
 
Êrişeke organîzekirî ye
 
Işıkê bi lêv kir ku ev êriş organîzekirî ye û got:"Fam kirine malbatê here gund, agahî hatiye dayin û ev êriş hatiye organîzekirin. Lê belê em ê şopdarê vê bûyerê bin. Heta ew kes ceza bigirin çi ji destên me bê em ê bikin."