Ji bo Meşa Cûdiyê bangewazî: Werin em xwedî li xwezayê derkevin

  • 09:01 14 Îlon 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Derya Ren
 
AMED - Jinên li Amedê dijîn li dijî polîtîkayên qirkirinê û talankirina xwezayê banga tevlîbûna meşa "Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşîn" li jinan kir û gotin: "Em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi hêz bin." 
 
Li dijî talana ku bi mehan e dom dike Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 17’ê îlonê de bi dirûşma “Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşekê li dar bixin. Ji bo meşê ji hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyê bangawazî tên kirin.
 
Li Amedê jî ji bo tevlîbûnê xebat tê meşandin û banga beşdarbûnê tên kirin. 
 
‘Dixwazin herêmê bê mirov bihêlin' 
 
Sekretera Jinan a Şaxa Sêyem a Egîtîm Sen ê Gulser Salgul, anî ziman ku li dijî xwezaya Kurdistanê qirkirinek mezin meşandin û got: “Mînak li Karadenîzê xwestin projeya HES’ê çêbikin. Lê belê welatiyên li wê derê paşve gav neavêt û hikûmetê paş ve gav avêt. Lê belê ligel bertekên li herêmê hikûmet paşve gav navêje. Ji ber ku li dijî herêma Kurdistanê taybetî polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Her wiha ger ku jin tunebe xweza jî tuneye. Di demên dawî de li dijî jinê bûyerên wek tacîz û destdirêjiyê ve polîtîkayên taybet tên meşandin. Ji ber vê yekê polîtîqayên ku li dijî xwezayê tê meşandin wek hev in. Ev polîtîqayên taybet jî bi destên hikûmetê tê meşandin. Armanca wan ew e ku bajarên kurdan bêmirov bihêlin û îqtîdarekî dewletê ava bikin e. Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin. Ji ber vê yekê li dijî talana ku tê kirin em ê berxwedana xwe didomînin.”
 
‘Em ê di 17'ê mehê de li vir bin' 
 
Gulser, di dawiya axaftina xwe de wiha banga tevlîbûnê kir: "Ji ber vê yekê banga me ji hemû saziyan ew e ku tevlî meşa 17’ê îlonê bibin. Şirnex ji berê de heta îro bi sekna xwe ya berxwedêr tê zanîn. Ji ber ku em wê seknê ji Cizîrê û ji çalakiyên wan dizanin. Ji ber vê yekê bi van polîtîqayan dixwazin rihê wan ê berxwedanê bişkînin. Divê gelê me dev ji qadan bernede. Li dijî talankirina xwezayê gelê me dê li wir be.”
 
‘Ji sedî 10 Şirnex bê dar ma' 
 
Rêvebira Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte jî ev qirkirin ne cara yekem e ji salên berê heta îro ve bênavber didome û wiha axivî: “Bi van polîtîqayan qirkirinek xwezayê tê meşandin. Mirov dikare behsa hilweşandinek mirov, dîrok û ziman bike. Li ser deverê welat sîstema rast û qirkirinê tê meşandin. Lê li erdnîgariya kurdan de ev tişt zêdetire. Li Şirnexê di nava 6-7 mehan de sedî deh xweza bêdar ma. Li aliyekî li dijî tunekirina ekosîstemê tevgerek heye û li aliyekî dinê jî ev darên tên birîn ji bajar û şîrketên cuda re tên firotin. Ya em hemû jî baş dizanin ku talana ku bi destê dewlet tê kirin bi rantê ve girêdayî ye. Hemû zindiyên ku di nava xwezayê de dijîn bi tevî qirkirina daristanan re cihê wan jî tune dibe. Ji aliyekî ve jî ew daristan çandekî mirovane. Çandekî bêmirov û bêax dixwazin bihêlin. Hêzên dewletê li dijî jiyan, aştî û xweşîkiyê derdikevin. Ji Îkîzdereyê heta Çiyayê Kazê û ji wir jî heta Cûdiyê di nava ekosîstemê de hene. Li dijî vê polîtîqayên talanê ku tên meşandin kesên jiyanê, edaletê diparêzin divê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Ji xwe em lê bawer dikin ku perspektîfa ekolojiyê ji me re di nava cudahiyê yekitiyê nîşan dide."
 
‘Em bi hev re li ber xwe bidin em ê bi hêz bin' 
 
Leyla, dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ev talan ne bi tenê li ser xwezaya Şirnexê tê meşandin û wiha axivî: “Li hemû deverê welat qirkirinek heye. Ger kesên ku tevlî vê meşê bibin li dijî polîtîqayên bêedaletiyê dê sekna xwe nîşan bidin. Çawa ku em li Îkîzdereyê û Çiyayên Kazê diparêzin û mafê zindiyan wekhev dibînin, divê hemû parêzvanên mafê jiyanê yên li Tirkiyeyê werin em bi hev re li Şirnexê bimeşin. Li dijî vê pergalê û alîgirên şer em li ber xwe bidin. Dema ku em bi hev re li ber xwe bidin vê demê em ê bi hêz bin."
 
‘Polîtîkayên qirkirinê bi lêz tên pratîzekirin' 
 
Berdevaka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê û aktîvîsta TJA’yê Yasemîn Uçer jî diyar kir ku îqtîdar ji bo ku têkiliya jinê û xwezayê ji hevdû bêqûtkirin polîtîqayên taybet diafirîne û wiha bi lêv kir: “Ji ber vê yekê jî meşa ku bê lidarxistin de kesê ku vê plan kiriye û pêşengiyê dike jî jin e. Kesê ku li hember vê qirkirinê û kedxwariyê bisekine bi tenê hêzek heye ew jî jin e. Têkoşîna jina kurd vê tiştê di serî de ferq kiriye û ji roja ewil heta niha ji bo xwezayê biparêzin polîtîqayên xwe li ser ekolojiyê ava kirine. Divê hemû cîhan xwedî li Kurdistanê derkeve. Polîtîkayek qirkirinê bi lêz tên pratîzekirin."
 
'Jin dê li dijî qirkirina xwezayê bisekine'
 
Yasemîn, da zanîn ku bi hezar sal in li ser vê axê polîtîkayên qirkirinê tê meşandin û got: "Lê belê ev 20 salên dawiyê de polîtîkayeke qirkirinê ket dewrê. Lê em jin tu carî vê qebûl nakin. Ji ber vê yekê jî ji bo xwezayê em amadene têkoşînek mezin bidin. Ne tene di 17’ê mehê de dê her tim têkoşîn bidome. Li dijî talanê bernameyên me yên cuda hene. Ji bo meşa ku bê lidarxistin ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo jiyanek ekolojîk tevlî çalakiyê bibin. Kesê ku pêşiya vê komkujiyê bisekine jin e. Jin ne tenê li dijî qirkirinê her wiha li dijî polîtîkayên şer jî bisekine. Jin dê misyona xwe di 17’ê îlonê de bîne cih.