‘Ji bo azadiya çapemeniyê divê sendîka û desthilatdarî biguhere’

  • 09:03 13 Îlon 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Rojnameger-nivîskar Încî Hekîmoglu da zanîn ku rojnamegerên ku her tim zext li ser hene rojnamegerên kurd in û desthilatdarî û sendîkayên ku sedema bêdengiya rayagiştî ye divê biguherin.
 
Zextên desthilatdariyê yên li hember çapemeniyê roj bi roj zêde dibin. Herêma ku herî zêde zext lê zêde ne jî bajarên kurdan e. Di 8’ê Hezîranê de di encama serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin û girtin û di nav de midûra nûçeyan a ajansa me Safiye Alagaş jî tê de 16 rojnameger di 16 hezîranê de hatin girtin. Nivîskar-rojnameger Încî Hekîmoglu zextên der bare çapemeniya kurd de ji ajansa me re nirxand.
 
‘Yên zext li ser in rojnamegerên kurd in’
 
Înciyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên lîderê mafyayê Sedat Peker ên der barê rojnamegerên bi MÎT’ê re dixebitin û got pêvajoya tijîn pevajoyek ku derbasî dîroka çapemenî û siyasî dibe ye. Înciyê ev tişt bi lêv kir: “Em berbi hilbijartinê ve diçin û berpirsyariya çapemeniyê hîn bêtir zêde bûye. Daxuyaniyên Sedat Peker pirsa berê rojnamegerî çiqas serkeftî bûn tîne hişê mirovan. Tiştên vedibêje bi kuştinên kiryar nediyar yên Kurdistanê re gelek girêdayî ye. Bi van vegotinan, hebûna JÎTEM’ê, damezrînerên wê û aktorên li wir rol lîstine tîne pêşberî me. Me piraniya van nûçeyan ji xebatkarên çapemeniya kurd girtin. Her tim yên zext li ser bûn Rojnamegerên kurd bûn. Îro jî rastî neguherî. Ewil rojnamegerên kurd bêdeng dikin. Ji ber ku ew nûçeyên hemû çavsoriya dewleta ceberut çêdikin.”
 
Çapemeniya alîgir berê jî bêdeng mabû
 
Înciyê daxuyakirin ku tiştên berê li bajarên herêmê hatibûn jiyîn ji aliyê çapemeniya alîgir ve nehatiye dîtin û çapemenya alîgir bêdeng maye û wiha bi lêv kir: “Keştiya amîral Hurriyet berê tiştên hatibûn jiyîn berovajî dikir û em weşana wan baş dizanin. Ji ber vê jî çapemenî hem beriya darbeyê hem jî piştî darbeyê  rejîm li ser piyan girtiye. Di vê pêvajoyê de êdî tu tiştek veşarî namîne û her tişt deşîfre dibe. Me berê jî dizanibû rojnamegerên bi îstîxbaratê re dixebite heye. Heta demekê lîsteya van jî hat weşandin. Em îro jî bi pêkanînên van kesan re tên rû hev.”
 
‘Muxaleft bê desthilathilatdariyê wê dîsa çapemeniyê bide quncikê sereke’
 
Înciyê axaftina xwe wiha domand: “Muxalefet bi tifaqa ku ava kiriye ger ku qezenc bike wê dîsa çapemeniya alîgir bi heman polîtîkayan bide meşandin. Em ji niha de dibînin ku çapemeniyê xwe wek muxalîf bi nav dikin, ruyê qirêj yê dewletê sansur dike û weşanê dike. Muxalefet bê desthilatdariyê wê çapemeniya alîgir dîsa bide quncikê sereke.”
 
‘Divê partî rayagiştî bikin tevgerê’
 
Încî balkişand ser 16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin û destnîşan kir ku berteka li dijî van girtinan qels maye û wiha pê de çû: “Divê bi awayekî girseyî xwedîderketin hebûna. Ji bo vê divê rêxistinên sivaka sivîl û partiyên siyasî rayagiştî bike tevgerê. Mirov wisa hatine çewisandin ku bertekên xwe nikarin nîşan bidin. Ji bo vê divê STK û partiyên siyasî pêşengiyê bikin.”
 
‘Ji bo azadiya çapemeniyê divê sendîka û desthilatdarî biguherin’
 
Înciyê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Dewletek hiqûqî ya demokrastik û piştevaniyê çapemeniyê şerte. Lê ji ber krîza aborî mirov bi tirsa ku karê xwe winda bikin bertek nîşan nadin. Di salên 90’î de min dosyayek ‘bi 3 kuponan nûçegîhanek’ çêkiribû.  Firaq filan belav kiribû bi sedan nûçegîhan ji kar derxistibûn. Me wê demê piştevanî rêxistin nekir. Wê demê rojnameger wek karkerên demsalî xebitîn. Me piştevanî û sendîkabûyîn rêxistin nekir. Sendîka jî qirêj bûn. Em ji muxalefetê tiştekî napên. Bêguman di çapemeniyê de şêwirmendî şerte, belavbûna sendîkayî şerte lê divê ev sendîka biguherin.”