Li Hollandayê 24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê

  • 13:00 6 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê bi beşdariya 300 delegeyan li bajarê Venlo ya Hollandayê pêk tê. Civîna ku bi dirûşmeya “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk” tê lidarxistin dê 2 rojan berdewam bike.
 
Di demekê de ku li Rojhilata Navîn pêşketinên girîng diqewimin de, 24’emîn Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Venlo ya Hollanda dest pê kir. Desteya ku bi dirûşmeya "Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk" tê lidarxistin, dê 2 rojan bidome.
 
Zêdetirî 300 delege di nav de siyasetmedar, nûnerên saziyan, rewşenbîr û nivîskar ji her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welêt, beşdar bûn. Rayedarên KNK’ê diyar kirin ku hin delege ji ber vîze û astengiyên burokrasiyê nekarîn beşdar bibin. Civîn bi xwendina sirûda "Ey Reqîp" û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, diyar kir ku pêşketinên dawî yên li herêmê hem xetere û hem jî derfetan ji bo Kurdan pêşkêş dikin. Zeyneb Murad, bal kişand ser girîngiya tevgerîna yekîtî ya Kurdan û diyar kir ku armanca civînê ew e ku ji bo xebatên kongreya neteweyî û konferansê bingehek hevpar biafirîne.
 
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus, jî anî ziman ku desteya giştî di demek dîrokî de li hev kom bûye û got ku gelê Kurd dest ji destkeftiyên ku bi dest xistine bernade. Karamus, da zanîn ku ew ê bê statû nekevin sedsala nû. Ahmet Karamus, diyar kir ku yekîtiya neteweyî pir girîng e û avakirina komîsyonek taybet ji bo xebata li her çar perçeyên Kurdistanê ragihand. Karamus, her wiha bang li hemû hêzên siyasî yên Kurd kir ku piştgiriyê bidin hewldanên yekîtiya neteweyî û konferansê.
 
Piştî axaftinên hevserokan, dîwana desteyê ku ji Azîz Namli, Asrîn Qedrî, Zubeyde Zumrut, Hoşeng Derviş û Canan Mecît pêk tê hatin hilbijartin. Piştre, endamên dîwanê axaftinên xwe kirin. Civîn bi temaşekirina sinevizyonek ku 27 salên xebata KNK'ê nîşan da, berdewam dike.