Dayikên Şemiyê: Bila kujer bên darizandin

  • 12:53 6 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1106'emîn de li aqûbetên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên beriya 32 salan hatibûn kuştin, pirsîn. 
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza "Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 1106'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Dayikên Şemiyê ku jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di hefteya 1106'emîn de li aqûbetên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay e berî 32 salan yanî di 3'yê Hezîrana sala 1994'an de hatin qetilkirin, hat pirsîn û daxwaza darizandina kujeran hat kirin.
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Dayikên Şemiyê Besna Tosûn ve hate xwendin.
 
Besna Tosûn anî ziman ku ew ji bo Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay edaletê dixwazin û wiha got: “Di hefteya 1106emîn de li pêşiya bendên polîsan bang dikin; windakiriyên di binçav de ne sûcê taybet in. Ev tevahî sûc bi hêza dewletê pêk hatin û heta îro jî polîtîkayên bêcezahiştinê didome. Di hefteya 1106emîn de em dosyaya Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ê ku heqîqet tê înkarkirin parve dikin. Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay berî 32 salan di 3yê Hezîrana sala 1994an de li Stenbolê ji hêla 7-8 hêzên paramîlîter ên bi çek û telsîz ve hatin binçavkirin. Di şeva 4'ê Hezîrana sala 1994'an de li derdora navçeya Yiglicaya Bolûyê cenazeyê Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ê îşkencekirî ji aliyê gundiyan ve hatin dîtin. Tevî hemû hewldanên malbatan jî dosyayên wan pêş ve neçû. Di 19'ê Mijdara sala 2013'yan de îdianameyeke nû hate vekirin û tev li Doza JÎTEMê ya Enqereyê hate kirin.”
 
Besna Tosûn destnîşan kir rêveberê MÎTê Mehmet Eymur lîsteyeke ku navê karsazên Kurd ên bên kuştin radestî dadgehê kir û ev tişt anî ziman: “Mehmet Eymur diyar kir ku înfazên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ji aliyê komeke ku serkêşa wan Mehmet Agar û Korkût Eken in, Îbrahîm Şahîn û Emîn Aslan ve pêk hatiye. Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ji aliyê kîjan komê ve hatine binçavkirin, kuştin, bi talîmatê kî ve hatine kuştin di raporê dewletê ya Sûsûrlûkê û îdianameyê Ergenekonê de bûn û ev jî di îdianameya Doza JÎTEMê ya Enqereyê de cih girt. Tevî van agahiyan jî doza 13yê Mijdara sala 2019an de Mehmet Agar û bersûcên din beraat kirin. Di Nîsana 2021an de Dadgeha Herêma Enqereyê ya Daîreya Cezaya 1an piştî serlêdana îstînafê biryarê xira kir û dosyayê dîsa şand dadgeha xwecihî. Lê dadgeha xwecihî di 26'ê Gulana sala 2023'yan de carekî din biryara beraatê da. Dadgeha Bilind jî 15'ê Cotmeha sala 2024'an de biryarê erê kir. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbetên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay bipirsin.”
 
Pervîn Bûldan jî diyar kir ku di 32 salan de ew serî li herderî dane û wiha got: “3 cenaze hat destê me, jî wê demê vê kujer nehatin darizandin û parastin. Kujerên 3 kesan xwe eşkere kirin lê dîsa jî nehatin darizandin. Mehmet Agar got ‘ez wî kevirî bikişînim dê her tişt xira bê’ lê ew nehat darizandin. Prensîba di dewletê de berdewamî esas e, pêk hat.”
 
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.