Xizmên Windayan: Dest ji lêgerîna heqîqetê bernadin
- 14:22 6 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Riha, Colemêrg û Êlihê di çalakiyên xwe de diyarkirin ku aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin.
Xizmên Windayan û Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Amed, Colemêrg, Riha û Êlihê çalakiyên xwe yên "Bila winda bên dîtin kiryar werin darizandin" li dar xistin.
Amed
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 902'yan de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li ber peykera Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin û aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên ku di 7'ê Hezîrana 1995'an de, piştî ku li Deriyê Çiyê yê Amedê hatin binçav kirin û pişt re agahî ji wan nehate girtin hate pirsîn. Parazvanên mafên mirovan, malbatên windakiriyan, Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk, endam û rêveberên saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Ewilî nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Tahîr Saçakli axivî û diyar kir ku ew her hefteyê dûbare dikin ku pêşeroj aram bibe û wiha got: “Heya rojên tarî neyên zelal kirin aramî nakeve nava vê civakê. Ji ber xizmên me di van rojên tarî de hatin windakirin. Ew êşên vê rojê dayikên me dikişînin hêj berdewam dike û hêj jî di mêjiyê me de ye. Divê ew rojên tarî werin ronî kirin. Di asta navneteweyî de jî diyar e ku rayedarên dewletê yên wê demê ev kiryare kirine. Ji bo rûmeta mirovahiyê divê ev bûyer bên ronîkirin. Her çiqasî wezaretê hûndir dibêje em ê ronî bikin lê me hej jî tiştekî ber bi çav neditiye. Divê malbatên me werin guhdarikirin. Em dev ji vê heqîqetê, lêgerîna xwe bernadin. Ev qad dê vala nemine.”
Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk jî destnîşan kir ku ev erdnîgarî sed sal in bi wan rojên tarî re rû bi rû ye û wiha got: “Ev maf mafekî herî bingehîne. Bi salan e em di vî warî de li pey lêgerîna edaletê ne. Pêvajoyeke nû dest pê kiriye û li gel vê pêvajoyê divê hevrûbûna bi raboriyê re pêk were û lêgerîna edalete bi encam bibe. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Piştî axaftinan nameya keça Edîp Aksoy, Berîtan Aksoy a ku li Biritanyayê dijî, şandî hat xwendin û rêveberê Şaxa ÎHD'a Amedê Yahya Polat çîroka Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz xwend.
Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.
Êlih
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'a Êlihê di hefteya 740'emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ku di sala 1994an de li gundê Şaklat ê navçeya Karazê
ya Amedê di bin çavan de hatibûn windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD'ê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn windakirin û qetilkirin hildan. Rêveberê ÎHD'ê Metîn Nas çîroka Salih Çalik û Sînan Fîdan xwend.
Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Riha
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, di hefteya 76'emîn a çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” de, li aqûbeta siyasetmedarên Kurd Muhsin Melik û Mehmet Ayyildiz pirsî. Çalakiya ku li Novada Park AVM'ê hat lidarxistin, parêzvanên mafên mirovan, malbata Muhsin Melik û gelek kesên din beşdar bûn.
Pêşî hevjîna Muhsin Melik, Şenay Melik, axivî û çîroka jiyana wî vegot. Wê diyar kir ku Muhsin Melik kesekî hestiyar bû û got: "
'Em lêgerîna xwe ya rastiyê didomînin."
Piştî vê yekê, Demet Aykut, berdevka Komîsyona Têkoşîna li dijî Windabûnên di bin çavan de ya ÎHD'ê ya Rihayê jî wiha axivî: "76 hefte ne, em li van axan lêgerîna herî dirêj a rastî û edaletê didomînin da ku balê bikişînin ser rastiya windabûnên di bin çavan de û polîtîkayên înkar û bêcezatiyê yên ku bi vê sûc re tên."
Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê çalakiya xwe ya 230'emîn li dar xist. Pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” hat vekirin.
Di çalakiya vê hefteyê de Yasemîn Baran, neviya karsazê Kurd ê kuştî Hacî Karay, beşdar bû ku çîroka revandin û kuştina Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay di 3'ê Hezîrana 1994'an de vegot û daxwaza edaletê kir.
Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.







