Pêşketinên nû derbarê mirina Rojwelat Kizmaz de!
- 09:08 2 Hezîran 2026
- Hiqûq
Şehrîban Aslan
AMED- Piştî rapora ji Buroya Sûc a Neteweyî, doza Rojvelat Kizmaz piştî du sal û nîvan ji nû ve hate lêkolînkirin. Li gorî raporê, telefona Rojwelat Kizmaz piştî doza Gulîstan Doku bi 46 rojan girtî maye.
Rojvelat Kizmaz ku di 9'ê Sibata 2024'an de li Êlihê winda bû û di bin şert û mercên gumanbar de mir, li Gola Bendava Ilısuy hate dîtin. Doza derbarê mirina gumanbar a wê de bi biryara "bê bingeh e" ji aliyê dozgeriyê ve hatibû girtin. Di meha Nîsanê de, malbatê bi delîlên nû dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da. Malbatê xwest ku biryarên berê yên di doza Rojvelat de werin betalkirin, ji ber ku di doza Guistan Doku de delîlên nû hatin tespîtkirin.
Kîteyên telefonê
Her çend Rojvelat Kizmaz wekî hevala herî nêzîk a Gulîstan Doku tê zanîn jî mirina wê ya gumanbar pirs bi xwe re anîn. Îhtîmaleke din jî ev e ku Rojvelat şahidiya windabûna Gulistan kiriye, her tişt derbarê wê de dizanibû û ji ber vê yekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest daye. Nimûneyek berbiçav a vê yekê ji lêkolîna Buroya Sûc a Neteweyî ya telefona Rojwelat Kizmaz derket holê.
Raporê rastî eşkere kir
Li gorî rapora Buroya Sûc a Neteweyî ya 22'ê Nîsana 2025'an, telefona Rojvelat Kizmaz yekser piştî windabûna Gulistan Doku hatiye qutkirin û 46 roj şûnda, di 20ê Sibata 2020an de, saet di 4:04 PM de, dîsa hatiye vekirin. Wekî din, lêkolîna telefona Rojwelat Kızmaz eşkere kir ku axaftina wê ya dawî bi telefonê di 5'ê Adara 2024'an saet di 2:47'an de pêk hatiye.
Dosya hat veguheztin.
Beşek ji dosyaya Gulîstan Doku li Erziromê dewam dike, lê hat diyarkirin ku piştî lêgerîna telefona wê, dosyaya Rojveelat Kizmaz jî ji bo Erziromê hatiye veguhastin.







