Li aktîvîsta Afgan a li Îranê girtiye cezayê girtîgehê

  • 21:18 4 Hezîran 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî raporên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin, welatiya Afganî Humeyra Şerîfî piştî ku di xwepêşandanên li Îranê yên Çileya 2026’an de hatiye girtin, pênc sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
 
Li gorî raporan, biryar li Girtîgeha Evîn a Tehranê ji wê re hatiye ragihandin. Hat ragihandin ku Humeyra Şerîfî ya ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, li girtîgehê nikare desteka tenduristiyê ya têrker bigire.
 
Di raporan de tê gotin ku Humeyra Şerîfî bi nexweşiyeke çerm û nexweşiyên cûrbecûr ên psîkolojîk dikişîne, lê dîsa jî xizmetên tenduristî û tenduristiya derûnî yên têrker wernegirtiye.
 
Her wiha hate destnîşankirin ku Humeyra Şerîfî belgeyên nasnameyê li cem xwe tunebûn û ji dema veguhestina wê bo Girtîgeha Evînê ve du caran hewla xwekuştinê daye. Piştî ku girtiyên din bertek nîşanî rewşa wê dan, carekê ji bo şêwirmendiya psîkolojîk hate şandin, lê hate ragihandin ku piştî wê tu dermankirinek bi bandor an pêvajoyek şopandinê nehatiye peyda kirin.
 
Humeyra Şerîfî di xwepêşandanên seranserî yên Çileya 2026’an de hat binçavkirin. Ew di 16’ê Sibatê de ji Girtîgeha Karçak a li Varaminê bo Girtîgeha Evînê hat veguhestin. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku Humeyra Şerîfî hîn jî li Girtîgeha Evînê tê girtin û fikarên li ser tenduristiya wê hîn jî hene.