Kombûna Zenûbiya di çarçoveya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin

  • 22:59 20 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiyayê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi dirûşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin" rêze çalakî li dar xistin.
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de çalakî bi dirûşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin" li dar xistin.
 
Berdevka Mala Jinan a Kantona Dêrazorê Seher Mistefa der barê çalakiyan de diyar kir ku di çarçoveya çalakiyan de civîn hatin lidarxistin û li deriyên têketin û derketina bajar û bajarokên kantonê pankartên bi dirûşmên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatin daliqandin. Her wiha meşeke bi beşdariya bi dehan jinan li herêma Meamil hat lidarxistin.
 
Yekitiya Jinên Ciwan û Kombûna Jinên Zenûbiyayê li gelek bajarokan jî bi beşdariya jinan semîner li ser qanûnên malbatê, têgehên cudekarî û tundiya civakî dan. Seher Mistefa li dijî tundiyê banga têkoşîn û hevgirtinê li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
 
Ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Senaa Remdan jî diyar kir ku armanca pêngavê bidawîkirina tevahî cûreyên tundiya li dijî jinan e û got: "Ji bo avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk û ji bo Sûriye bibe nimuneya jinan hevbeş divê tevahî cûreyên tundiya li ser jinan were rakirin û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ji cûreyên tundiya plankirî werin rizgarkirin."