Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

  • 21:17 20 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Di çalakiyên ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de hatin lidarxistin de, hat destnîşankirin ku aştiya civakî û avakirina pêşeroja Sûriyeyê bêyî jinan pêk nayê.
 
Di çarçoveya bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, Kongra Star bi tevkariya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) civîneke berfireh li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê li dar xist. Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz bi amadebûna nûnerên saziyên civaka sivîl, komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hat. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongra Starê Gulîstan Gulo axivî û got ku ev roj dûryaneke cîhanî ji bo nûkirina pabendîbûna bi têkoşîna li dijî hemû cûreyên tundiya li ser jinan e.
 
Gulîstan Gulo bi bîr xist ku ev roj bi bîranîna xwişkên Mîrabal ve girêdayî ye, ku bûne sembola berxwedana jinan a li dijî dîktatoriyê. Her wiha diyar kir ku polîtîkayên ku tundiyê li dijî jinan rewa dikin an jî pêk tînin metirsiyeke domdar e, lew ra jî rêxistinkirina jinan û mezinkirina berxwedana civakî hewce dike.
 
Gulîstan Gulo di dewama axaftina xwe de da zanîn ku kokên tundiya li ser jinan vedigerin serdema serdestiya hişmendiya baviksalar û bal kişand ser têkoşîna şehîdan a ji bo azadî û rûmeta civakê.
 
Gulîstan Gulo bal kişand ser rewşa Sûriyeyê jî û ev nirxandin kir: "Pirsgirkên welat hîna nehatine çareserkirin. Hêviyên avakirina Sûriyeyeke demokratîk bi helwestên hikumeta veguhêz ve paşketine. Ji ber ku ev hikumet sîstema nenavnedî an jî rola jinan li gorî tê xwestin nepejirandiye."
 
Gulîstan Gulo balkişadn ser banga banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye û got, gelek aliyan pêşwazî li vê bangê kirine, lê dewleta Tirk hê jî gavên cidî neavêtiye.
 
Di dawiyê civînê de rê li ber beşdaran hat vekirin da ku nêrînên xwe bînin ziman. Beşdaran gotin divê komên jinan werin aktîfkirin û rola jinan li hemberî siyasetên paşguhkirin û biçûkxistinê were pêşxistin.
 
Şam
 
Li Şamê jî bi heman boneyê, Navenda Çandê ya Osman Sebrî, bi hevkariya Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD’ê panelek bi navê "Jin, Ewlehî û Aştî" li dar xist. Panel di heman demê de bi boneya salvegera 25’an biryara 1325’an a Konseya Ewlekariyê ku balê dikişîne ser girîngiya beşdarkirina jinan di dayîna biryaran û pêvajoya aştiyê de hate  lidarxistin.
 
Berdevka Nivîsgeha Têkiliyan a Kongreya Star Ronahî Hesen banga pêkanîna erkên exlaqî û qanûnî yên parastina jinan ji tundiyê kir û got, beşdariya jinan di diyalogan û avakirina biryaran de hêmana bingehîn a pêkanîna aştiyeke mayînde ye. 
 
Di rûniştina yekemîn a panelê de hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Sema Begdaş behsa biryara 1325’an a Neteweyên Yekbûyî, rêbazên pkanîna wê û astengiyên sereke yên li Sûriyeyê kir.
 
Di rûniştina duyemîn de çalakvana jin û lêkolîner Sewsen Zekzek rewşa bicihanîna vê biryarê li Sûriyeyê, pêşketinên hatine kirin, qadên ku pêdiviya wan bi desteka mezin heye, her wiha girîngiya beşdarkirina jinan di pêvajoya aştiyê de vegot.
 
Di dawiya panelê de beşdaran banga hewldanên hevbeş ên jinan û pêşxistina hemahengiyê kir da ku beşdariya wan di avakirina biryar û aştiyê de werin mîsogerkirin.
 
Heleb
 
Yekîtiya Jinên Ciwan a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya 25’ê Mijdarê  komxebatek li dar xist. Komxebat li Hola Civînan a MSD’ê bi amadebûna bi dehan ciwan, nûnerên saziyên sivîl, meclis û partiyên siyasî hat lidarxistin.
 
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Sîdra Şêxo axivî û got, armanc ji vê komxebatê pêşxistina hişmendiya civakî, aktîfkirina rola ciwanan di têkoşîna li dijî tundiyê ye.
 
Endamê Komîteya Ciwanan a Meclisa Taxa Şehîd Cengîz, Dijwar Mihemed got: "Nêzîkatiyên tund ên li hemberî jinan şaş e, ji ber ku jin nîvê civakê ye û nîvê din perwerde dike. Di dîrokê de weke xwedawend dihat dîtin."
 
Dijwar Mihemed bal kişand ser nêzîkatiyên hikumeta veguhêz ên li hemberî jinan û tayînkirina lawaz a jinan di hikumetê de û paşguhkirina wan di danezana destûrî de jî rexne kirin.
 
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Aya Hesen jî cûreyên tundiya li ser jinan vegotin û diyar kir ku tundî rêbazeke ku pergalên serdest afirandine da ku kesayeta jin û îradeya wan têk bibin.
 
Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Hêvîn Mûsa jî balkişand ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê û diyar kir ku jin di qadên siyasî, leşkerî û aborî de pêşengiyê dikin.