'Dilê Pexşan Ezîzî bi kenê zarokan germ dibe'

  • 15:10 7 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pexşan Ezîzî di sohbeta xwe ya bi xwişka xwe re wiha got: “Ji hemû kesê re bêje dilê Pexşanê bi kenê jin û zarokên Kurd, Ereb, Sûryanî û Ermenî ku di kampan de dimînin germ dibe.”
 
Rojnamevana Kurd û Aktivîst Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’an de li Tahranê hate binçavkirin. Pexşan Ezîzî di 11’ê Mijdara 2023’an de bi sûcê ‘Li dijî hikumeta Îranê çalakiya bi çek’ hate girtin û wê şandin girtîgeha Evînê. Pexşan Ezîz di nameyên ku ji girtîgehê nivîsandî de diyarkir ku di pêvajoya binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatiye û bi nûnertiya hiqûqî ji mafê xwe yê darizandina edalene bê par hatiye hiştin.
 
Dadgeha Şoreşê ya Tahranê di 23’ê Tîrmeha 2024’an de cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Biryar di 8’ê Çileya 2025’an ji aliyê Komîsyona Daraza Bilind a Îranê ve cezayê darvekirinê yê çalakvana Kurd Pexşan Ezîzî hate erêkirin. Serlêdana parêzerê Pexşan Ezîzî, Mazyat Tatayî ya daxwaza ji nû ve dadgehkirinê cara duyemîn hate redkirin.
 
Hûn dizanin ji bo hezkiriyên we dayîna cezayê mirinê tê çi wateyê?  
 
Biryara darvekirinê ya Pexşan Ezîzî, ji aliyê jinên li çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê ve rastî bertekan hat. Xwişka Pexşan Ezîz di nameya ku nivîsandî de hestên xwe anî ziman. Di nameye de xwişka Pexşan Ezîzî ev pirs pirsî û got: “Hûn dizanin xeyalkirina mirovên ku herî zêde hûn jê hez dikin cezayê mirinê lê were birîn, tê çi wateyê?” li aliyekê tiştên bi êş ên jiyaye, li aliyê din hêviyên xwe ên winda nekirine tîne ziman.
 
Nameya xwişka Pexşan Ezîzî nivîsandiye wiha ye:
 
“Ez van gotinan her roj ji havalên xwe, nas û mirovên xwe dibihîsim; ‘Te tişta ji destê te tê kir, li bendê bimîne, divê bi hêz bî.’ Ez çiqas bixwazim ez ê çawa aram bibim? Dema ez li gel navê Pexşanê peyva ‘îdam’ dibihîsim dilê min lê dide. Ez li ku derê mêyze bikim, mirov behsa wê yekê dike ku cezayê ku lê hatî birîn çiqas bê maf e. Ma hûn dizanin îdam tê çi wateyê? Hûn dizanin xeyal bikin ku mirovên ku herî zêde hûn jê hez dikin cezayê mirinê lê were birîn, tê çi wateyê? Hûn dizanin belavbûna vê malbatê tê çi wateyê? Ez di wê hêviyê deme hûn tu deman vê neceribînin. Min jî heta niha her xebera îdamê dibihîst ez diêşiyam û serê min tevlîhev dibû. Niha ev xebera ew qas xirab çawa min bihîstiye û ez çawa ji heqê wê derbikevim fêm nakim. Peyva ‘îdamê’ di hindirê min de weke birînekê ye. Weke kabûsek xilas nabe, weke ku hemû hebûna min û her kêliya jiyana min digre nava pencên xwe… ez ê vê di çavên dayik, bav û xwişk û birayên xwe de dixwînim. Em êşên ku em nikarin bi gotin ji hevdû re bêjin, bi çavên xwe ji hevdû re dibêjin.
 
Êş û hêvî di heman kêliyê de
 
Em êş û hêviyê di heman demê de dijîn. Em ji Pexşanê re di malê de dibêjin ‘Peshî’. Em li bendê ne ku em car din bi Peshî re bên ba hev û em vê hêviyê dijîn. Heman hêviya ku bingehê îdealên Peshî ava dike. Hema hêviya ku daye jinên ku dagirkeriya DAIŞ’ê bandorê li wan kiriye, keç û zarokan û heman hêviya ku van rojên tije kabus daye me. Di rojên dawî de bi hemû tevliheviyên xwe her roj ez li X-InterNetê li navê wê digerim û derbarê wê de parvekirinan dikim. Di demê ku herî zêde serê min tevlîhev de ez çavê xwe digrim ez rojên ku bi dengê wê yê xweş ku ji Hogir, Hejîn, Ayaz, Kawa û Hozan re lorînan dibêje tînim bîra xwe. Di temenê xwe yê biçûk de di mijara loriyan de qasî pirîka min agahiya wê hebû. Di bin derinceyên mala me de min her dema li gel landika Hogir û biraza û hemû kesê di rûnişt û pirtûk dixwend temaşe dikir.
 
Ji bo zarokên mexdûrên şer lorîn got
 
Pexşan neh salan li wargehekî penaberan a li Sûriyeyê li zarokan mêyze kir. Bi zarokên mexdûrên şerên cîhanê re rûnişt û bi wan re stranan got. Ez dixwazim ew bê rawestan stranan bêje û bi guhdarkirina wê ez rihet bibim. Dema çavê xwe digirim tê bîra min ku li gel min rûniştiye û kenê xwe yê zarok li ser rûyê wê ye.
 
Xwarziyê min Hogir rojek ji dayika xwe pirsî bû ‘Dayê, çima ji bo xaltîka min dibêjin terorîst e’. Li ser telefonê viya ji xaltîka xwe re jî gotibû. Pexşan jî wiha gotibû: “Ne girîng e ku kî çi dibêje. Ez dizanim çi dikim. Divê hûn jî ji bo hedefên xwe yê mezin amade û bihêz bin, divê tu axaftin û demxe gavên we hêdî neke. Bûyîna bijîjkek sînor nas nake, dîtin û famkirina êş û tengasiyên mirovan û dîtina riyekê ku van hêsan bike ye.” Hogir jî dixwaze bibe bijîjkekî ku sînoran nas nake. 
 
Ya herî nazik, herî bi sebir û herî bi kêfxweş…
 
Ez li bedena zirav û tenik a Pexşan dinihêrim û li ser hêza ku wê bi sedan kîlometreyan wê bir dûrî me difikirim. Li ser îdeal û baweriya wê ya dîtina riyek ku êşa jin û zarokên ji fîşek, teqîn û wehşetan rizgar bûne, sivik bike difikirim. Daxwaza wê ya bûyîna ‘alîkarekî sînoran nas nake’ wê biribû wê derê û hebûna wê ya li wê derê vê yekê îspat kiribû. Ez ji herkesî bêtir Pexşan nas dikim. Mîna zaroka xwe wê nas dikim. Min jê re lorîk negot lê mîna li xwişk û birayên xwe min jê re jî dayiktiyê kir. Yek ji zarokên min, a herî nazik, ya herî bi sebir, herî komîk û herî kêfxweş e. Di heman demê de bi înad e û di mijara îdealên xwe de cidî ye.
 
Rojek em bi Pexşan re rûniştin û ew dixwest biçe kampên penabera. Min jê pirsî ‘Pexşan çi heye li wê derê?’.
 
Te van hemû mirovên ku hatine koçberkirin nedît?
 
Li me mêyze kir û got: ‘Bi rastî tu dipirsî, nexwe henekan dikî.’ Û wiha dewam kir:
 
‘Tu rewşê nabînî? Te nebihîst ku pênç hezar jinên Êzidî hatine revandin? Te li ser nûçeyan van kesên ku wan ber bi çiya û deştan ve hatine koçberkirin nedît? Li ser vê erdnihariyê timî şer çêbûne. Li her derê Rojhilata Navîn şer çêbûye û mirov ji malên xwe bûne. Dibe ku em jî li şûna wan ban. Mekan ne girîng e. Ya girîng mirov e. Iraq, Sûriye, Filistin, Şengal, Heleb, Xeza, Lubnan… Jiyana însanan li ku derê di bin metirsiyê de be divê em biçin wê derê. Di nav şer de bêyî wergirtina alîkariyan penaber nikarin xwe bi jiyanê bigirin. Bi jiyana mirovan re dilîzin, nexwe bêyî mirov ax zûha dibe.
 
Ez ne di wê baweriyê de me ku beramberî tiştên ku min kiriye darvekirin e. Neheqiyekî bi kîlometreyan min dûrî te û malê kir. Ez di wê baweriyê de me ku vala vala ne li wê derê bûm. Bi salan di riya ku min hilbijartiye de yekane tişta ku baweriya min bihêz kir, kêm be jî sivikkirina êşa mexdûrên şer û başkirina birînên wan bû. Dema ku mirov zarokek bê dê tesellî dike hêviya ku her çiqas dinya zeîf û biqisûr be jî edalet hê jî heye, şîn dike. Ev hêvî, her çiqas biçûk be jî, ji bo carek din mirov li wan kesan bigere û çareseriyê bifikire kêfxweş dike. Mêyzekirinên  bi hêvî ya wan mirovan, wan jinan û zarokan tê bîra min û niha ew mêyzekirin bi min re ne. Ev dilê min diêşîne lê ez ne poşman im. Riya min ji bo dîtina mirovên bi hêvî bû û bi rastî jî berket. Destûrê nedin ku ev agahî û biryar hêviyên we bişkîne. Ji her kesî re bêjin ku dilê Pexşan bi kenên jin û zarokên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî yên li kampan germ dibe.’”