Danişîna Hevşaredara Kerbaoranê hat taloqkirin

  • 15:22 26 Adar 2025
  • Hiqûq
  
 
MÊRDÎN -Danişîna doza ku Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer jî di nav de 10 kes dihatin darizandin hat taloqkirin. 
 
31'emîn danişîna doza ku Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer jî di nav de 10 kes bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tên darizandin hat dîtin. Asya Gezer û navên din tev li danişîna ku li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin nebûn, parêzeran jî mazeret nîşan da û tevli danişînê nebûn. 
 
Heyeta dadgehê bmazereta  parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî dîrokek din kir.