Hem hildiberînin hem aboriya xwe bi dest dixin

  • 09:03 24 Adar 2025
  • Ked/Aborî
 
ÎZMÎR - Jinên di bin banga Komeleya Jinan a Guzeltepeyê de hatin gel hev, hem hilberînê dikin hem jî bi piştevaniyê aboriya xwe bi dest dixin û hêza xwe ferq dikin.
 
Jin di Komeleya Piştevaniya Jinan a Guzeltepe ya Îzmîrê de tên gel hev û hem piştevaniyê dihûnin hem jî aboriya xwe bidest dixin. Jinên di bin banê komeleyê de hatin gel hev ev saleke manti, erîşe, tarhaneyê çêdikin û diforşin. Bendewariya wan ev e ku qadên jiyanê yên ku jinan xurt û azad dikin bên vekirin.
 Jinên di komeleyê de dixebitin der barê xebatan de axivîn.
 
‘Rojeva sereke krîza aborî bû’
 
Yek ji rêvebera komeleyê Ezgî Ozer da zanîn ku wek komele bi bernameyan hebûna xwe didomînin û bi bernameyên wek şahiyên zarokan, fîlman, atolyeyên jinan û seyranê bi jinan re tên gel hev. Ezgî Ozer di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Piştî her bernameyê jinan der barê krîza aborî de nêrînên xwe digotin. Armanca avabûna me ev e ku em alî çandî, siyasî û aborî de dest bidin her qada jiyanê. Di sohbetên me de krîza aborî derdiket pêş û me got em dikarin çi bikin. Ewil me hilberînên xwe dan destpêkirin. Me şamborek, tarhana çêkir. Pişre me got bila jin ji vê debara xwe bikin.”
 
‘Jinan pêvajo bi xwe xêz kirin’
 
Ezgî Ozer di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Li ser pêşniyarên endamên komeleyê me dest bi çêkirina manti û erîşte kir. Me ekîb ava kirin. Jinan ji vir qezenc bi dest xistin. Jinan li vir pêvajoya xwe bi xwe xêz kirin. Li vir patron û karker tune ye.”
 
‘Jinan hêza xwe ferq kirin’
 
Ayşe Akgul jî diyar kir ku piştî di komeleyê de xebitîne, bixwe baweriya wan zêde bûye û ji malê derketine. Ayşe Akgul wiha vegot: “Xebat gelek bi fêde ne. Du saetên li komeleyê fêdeyê dide min. Em li vir piştevaniyê dihûnin. Em bi hev re hildiberînin û tiştên em nizanin ji vir fêr dibin. Em kêfxweş in û xurt in. Em hêza xwe ferq dikin.
 
‘Divê li her taxê ji bo jinan qad bê afirandin’
 
Selvî Çelîk detsnîşan kir ku divê jin ji hawira malê derkeve, li qadên cuda hêza xebatê ferq bikin û bi sînor nemînin. Selvî Çelîk wiha dirêjî dayê: “Xwezî li her tax û navçeyekê qadên ku hêza jinê derdixin holê hebin. Ger em bi her awayî bi rêkûpêk bixebitin, helbet em ê xwe azadtir hîs bikin. Em ê derdora xwe jî rengîn bikin. Ev der ji bo min pir baş e, carinan ez dibêjim lingên min pir diêşin, paşê hevjînê min ji min re dibêje dev ji karê xwe berde û ez dibêjim na, ez pir kêfxweş im. Ez dibêjim ez karê xwe bi evîn dikim.”
 
‘Me parvekirin fêr kir’
 
Çîgdem Aydin jî bi lêv kir ku sê meh in dixebitin û got: “Em li vir hînî piştevaniyê bûn. Ez xwe li vir baş hîs dikim. Di vê pêvajoyê de gelek pirsgirêkên me hebûn. Her çend diviyabû ku ew piştgirî bibûna jî, em dikarin bibêjin ku em fêrî parvekirina niha bûne. Em fêrî parvekirina wî barî li malê jî bûn. Em bi tiştên ku dihatin îhmalkirin re rû bi rû man. Me wan jî bi xwe re kir. Di her warî de xebat rizgariya jinê ye.”
 
'Komeleya me piştgirî da me'
 
Nîlufer Aydin jî ev nirxandin kir: “Me havînê tarhana çêkir. Piştre me karê xwe mezin kir. Hinek endamên me pêşniyara manti kirin. Piştre me dest pê kir. Komeleya me piştgirî da me. Me hêza xwe dît. Pereyê bazara me fatureyên me ji vir derdikevin."
 
Gonul Çelîk jî daxuyakirin ku divê jin li hêza xwe bizanibin û dema wisa be jin hîn bêtir kêfxweş dibin. Gonul Çelîk  got divê li her derê piştevanî hebe û jin li her derê dengê xwe bidin bihîstin.