Di 10 rojan de li Xezeyê 322 zarok hatin qetilkirin

  • 13:27 1 Nîsan 2025
  • Cîhan
 
   
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê ragihand ku ji 18’ê Adarê heta niha li xezeyê di êrişên Îsraîlê de herî kêm 322 zarok hatine qetilkirin. 
 
Artêşa Îsarîlê di 18’ê Adarê de agirbesta bi Hamasê re betal kir û dîsa dest bi êrişên ser Xezeyê kir. Hejmara kesên ji 18’e Adarê ve di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane hezar kes derbas kir. UNICEF’ê ragihand ku ji roja agirbest hatiye betalkirin heta niha herî kêm 322 zarok hatine qetilkirin û 609 zarok jî birîndar bûne. Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev yek jî nîşan dide ku di nava deh rojan de zêdetirî 100 zarokan jiyana xwe ji dest dane an jî seqet bûne. Ev zarok, li cihên hatine terikandin û malên wêrane de dijiyan.” 
 
Îsraîlê, peymana bi Hamasê re ya du mehan ku di 19’ê Çileyê de ketibû meriyetê di 18’ê Adarê de betal kir û dest bi bombebaraneke giran û operasyona bejahî kir. 
 
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, hejmara welatiyên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 50 hezar û 357 kesan. Li gorî UNICEF'ê ji van welatiyan 15 hezar jê zarok in.