
Şaxa Egîtîm Sen ya Êlihê pêşbirka helbestan li dar dixe
- 16:16 24 Adar 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa Egîtîm-Senê ya Êlihê cara diduyê pêşbirka helbestan li dardixe.
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî 15ê Gulanê pêşbirka helbestan li dardixe. Pêşbirk dê îsal ji bo rûmet û rêzgirtina 50 salîya nivîskarîya Berken Bereh jî silavek be. Serlêdana pêşbirkê ji 10'ê Adarê destpêkiriye û heta 22'ê Nîsanê didome. Di jûrîya pêşbirkê de helbestvan Fatma Savcî, Yehya Omerî, Nûroj Mûnzûr û Elîxan Loran cih digirin.
Şert û mercên pêşbirkê:
Pêşbirk bi zimanê kurdî (kurmancî) ye. Her kes dikare beşdar bibe, Pêwîste helbest berê beşdarî tu pêşbirkan nebûbe û nehatibe weşandin
Mafê sendîkayê heye ku helbestan wekî pirtûk çap bike
Her namzet dema helbestên xwe bişînin ji navnîşana batmanegitimsen.org.tr re divê van agahîyan jî bê kêmasî bidin; kurtejiyan, navnîşan, jimareya tlf.a xwe û nav û paşnav.
Herwiha xelatên pêşbirkê jî ev in:
Yekem- 10.000 tl
Duyem- 7.500 tl
Sêyem- 5.000 tl