Di dema pandemiyê de rûpelek nû vekir!

  • 09:03 10 Adar 2025
  • Jiyan
Neslîhan Kardaş
 
QERS - Sevda Yildiz ku di pêvajoya pandemiyê de vegeriya gundê xwe, ligel kar û barên sewalkarî û çandiniyê, di siyaetê de jî aktîv cih digire.
 
Di 2020’î de ji ber vîrusa Covîd-19 ku bandor li hemû cîhanê kir, Sevda Yildiz û malbata xwe ji Stenbolê tên gundên xwe Qewekom ê bi ser Qaxizman a Qersê ye. Sevda Yildiz çawa tê gund mêşên hingiv digire û 10 mîhan digire. Sevda Yildiz 5 sal in bi tena serê xwe têkoşînek mezin dide û sewalkariyê dike. Niha 70-75 pezên wê hene. Bi şîrê pez, sebze û fêkiyên baxçeyên xwe debara xwe dike.
 
Di siyasetê de cih digire
 
Sevda Yildiz di heman demê de hevserokatiya DEM Partî ya Qaxizmanê jî dike. Sevda Yildiz ji ajansa me re der barê pêvajoya ku pandemiyê de jiyaye û xebatên partiyê de axivî.
 
Ji 10 mîhî nêzî 80 hebî
 
 
Sevda Yildiz diyar kir ku di sala 2019’an de ji ber pandemiyê ji Stenbolê hatine gundê xwe û carek din venagerin. Sevda Yildiz diyar kir ku ewil hinek mêşên hingiv digire û wisa dest bi sewalkariyê dike. Sevda Yildiz wiha got: “Ev mêş ji bo min hindik bûn. Xizmek min pez digirt. Got were tu jî bigire. Min 10 heb wê jî 40 heb girt. Sê sal in ez tenê sewalkariyê dikim. Min bi 10 heban dest pê kir niha 70-75 mîhê min hene.”
 
‘Hevserokatiyê dikim’
 
Sevda Yildiz destnîşan kir ku havînê pezê xwe dişîne zozanan û pezê xwe dike nav pezê ku şivanê wan heye. Sevda Yildiz ev tişt anî ziman: “Ez ligel vê bi baxçe re mijûl dibim. Sebze û fêkiyên xwe ji baxçe digirim. Ez ji hilberedandinê hez dikim. Ez di heman demê de hevsrokatiya DEM Partî ya Qaxizmanê jî dikim. Ez ji karê xwe hez dikim. Zehmet e lê dema bi sewalên xwe re mijûl dibim kêfxweş dibim. Aliyê zehmet jî yên xweş jî hene.”
 
‘Xwarinên xwe piranî em çêdikin’
 
 
Sevda Yildiz her wiha destnîşan kir ku jiyana gund bandor li aboriya wê jî kiriye û got: “Ez xwarinên zivistanê, havînê ji baxçeyên xwe amade dikim. Em piranî xwarinên xwe bixwe çêdikin. Ez sibehê di 07.00’an de radibim. Karê malê dikim. Av û êmê sewalên xwe didimê. Piştre taştê amade dikim. Piştî taştê televîzyonê temaşe dikim, qehweya xwe çêdikim û pirtûkan dixwînim. Piştre dîsa êmê sewalan û mirîşkan didim.”
 
‘Hilberandin min kêfxweş dike’
 
Sevda Yildiz di dawiyê de bi lêv kir ku divê hemû jin hilberînin û got ji hemû hevalên xwe re vê dibêje û wiha dawî lê anî: “Hilberandin min kêfxweş dike. Ez bi qezenca xwe hewl didim ji malbatên girtiyan re bibim alîkar. Dema bi qezenca xwe tiştekî dikim kêfxweş dibim. Jin bixwazin dikarin jiyanê di her alî de xweş bikin.”