
Halide Turkoglu: Bang nikare di nava gotinên popîlîst de bê hiştin
- 15:35 7 Nîsan 2025
- Rojane
STENBOL - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ku bi rojnamegeran re hat cem hev, bersiv da pirsên rojnamegeran û got, "Em weke jin vê pêvajoyê ji hikumetê re nehêlin. Em ê bi her jinekê re bên gel hev û bi xeta têkoşînê ya piralî tevbigerin."
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu li Otela Taksim Hillê bi rojnamevanên jin re hat cem hev.
'Jin nikarin bibin temaşevan'
Di civînê de destpêkê Halîde Turkoglu armanca Meclisa Jinan a DEM Partiyê û têkoşîna ku tê meşandin anî ziman. Halîde Turkoglu got, "Fikra DEM Partiyê li cihekî ye ku bi kodên asayî têdikoşe. Bi perspektîfa jinê hat bicihanîn û hewl da ku hevgirtineke piralî biafirîne. Li meclisê tenê koma parlamentoyê ya partiya me heye. Em li cihekî ne ku li dij hişmendiya siyasî ya serdest a mêr mudaxele dikin û têdikoşe."
'Kirdeya pêvajoyê jin in'
Halîde Turkoglu da xuyakirin ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê hem li Tirkiyeyê hem jî ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve bi erênî hat pêşwazîkirin û got, "Divê ev bang bi awayekî were fêmkirin. Em weke Meclîsa Jinan difikirin ku ev tenê di asta bangê de nemîne. Divê naveroka wê ev be ku em ê jin çawa xwe bi rêxistin bikin, qada siyasî ya demokratîk çawa biafirînin."
Girîngiya pêkhateyên jinan
Halîde Turkoglu bal bir ser girîngiya pêkhateyên jinan û wiha got:"Weke DEM Partiyê me bi serokên şaxên jinan û nûnerên jin ên partiyên siyasî re hevdîtin kir. Jinan bi vê têkiliyê ev dîwar şikandin. Jin dixwazin di siyasetê de bibin kirde. Partiya me wê di rêyên avakirina têkoşîna azadiya jinê de cih bigire, lê me bi taybetî girîngiya pêkhateyên jinan ên partiyên din ên siyasî ku van gotinan bigihîne herêmên xwe nîqaş kir."
'Bang nikare di nava gotinên popîlîst de bê hiştin'
Halîde Turkoglu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê bi meclîsên bajar û platformên jinan re bên cem hev. Em ê bi avakirina aştî û têkoşîna azadiya jinê û wekheviyê pêş bikevin. Weke jin em ê vê pêvajoyê ji hikumetê re nehêlin. Em ê bi her jinekê re bên cem hev û bi hev re bi hemû beşên têkoşînê re xeta têkoşînê ya piralî tevbigerin. Pirsgirêka civaka demokratîk ne tenê Kurdan, elewiyan û her kesî eleqedar dike. Li vir jî rewşa tinehesibandina gel diyar dibe. Armanca me ew e ku daxwazên herêmî yên jinên Elewî yek bi yek bibihîzin. Em ê çawa bi hev re tevbigerin."
Halîde Turkoglu diyar kir ku ji bo girtîgehan jî planên wan hene û dê maseyek tê de jin bibin kirde ava bikin.
Civîn bi pirsên rojnamevanan berdewam kir.