Di doza ‘çeteyê fuhuşê’ de daxwaza girtinê hat redkirin

  • 19:02 26 Adar 2025
  • Hiqûq
ŞIRNEX –Duyemîn runiştina doza ‘çeteyê fuhuşê’ ku navde leşker jî hene li Şirnexê hat dîtin. Hem jinên muştekî û hem jî gumanbar tevli runiştinê bûn û tevî fuhuş hatiye teşhîrkirin jî daxwaza girtina gumanbaran hat redkirin.
 
Duyemîn runiştina doza ‘çeteyê fuhuşê’ ku li Şirnexê nave de leşker jî hebûn û 11 sal şûnde doz hat vekirin, li 3’emîn Dadgeha Ceza Giran a Şirnexê hat dîtin. Sê çawîşên pispor û berbazek bi giştî der barê 25 kesî de doz hat vekirin.  Onder Ateşoglu û cigirê midûrê Midûriyeta Vakifbank a Şirnexê Mehmet Kandemîr di runiştinê de amade bûn. Ferhat Ok ji girîgeha Gebze a Kocaeliyê û Emrullah Baysal jî ji girtîgeha Osmaniyê û gumanbarên din Meral T û Ayşe Y bi SEGBÎS’ê tevli bûn. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komîsyona zarokan a OHDK’ê, jinên TJA’yî û komîsyona zarokan a DEM Partiyê tevli bûn.
 
Ji gumanbaran qeydên tape hatin pirsîn lê gumanbaran qeyd red kirin. Piştre gumanbaran parastin kirin.
 
Meral T ya hem muştekî hem jî gumanbare  da zanîn ku gumanbar Kenan Tatar li fuhuşê daye zorê û got ew der barê Kenan T de gilî dike.
Piştre parêzeran parastin. Parêzeran xwest gumanbar bên girtin. Lê heyetê ev daxwaz red kir.
 
Parlamentera DEM Partî Şirnexê Newroz Uysal Aslan piştî dozê li ber edliyê axivî û da zanîn ku heta dawî li van polîtîkyan neyê wê şopdarê dozê bin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin jî da zanîn ku wê zirxa bêcezahiştinê bi rêxistinbûnê parçe bikin.