Dilber Demîr a DEM Partiyî hate berdan 2024-10-22 12:19:33       STENBOL - Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dilber Demîr hate berdan.    Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dilber Demîr ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dihat ragirtin, hate berdan. Dilber Demîr, di 27’ê îlonê de di serdegirtinên malê de li Stenbolê hatibû binçavkirin û bi hinceta xebatên partiyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.    Dilber Demîr a şevê din tehliye bû, li pêşiya girtîgehê ji hêla gelek jinan ve hate pêşwazîkirin.