Roken Ehmed: Ji bo jinan em her di nav têkoşînê de ne
- 09:14 27 Kanûn 2018
- Rojane
Civîn Husen
QAMIŞLO - Seroka Desteya Jinê Roken Ehmed xebatên xwe yên sala 2018'an nirxand û got:"Ji bo tevahî sala 2018'an xebat û serîhildanên cuda pêk hatin. Yek jê vê serîhildanê ya Efrînê bûn. Me di nava xebatê xwe de serîhildana Efrînê jî derxist pêş û em herikîn Efrînê."
Seroka Desteya Jinê Roken Ehmed derbarê xebatên 2018'an de diyar kir ku wan bi sîstem û xebatên nû salek derbas kirine û wiha got:"Em ê ji bo berdewamiya xebatên xwe her di nava hewldanê de bin."
Roken diyar kir ku di sala 2018'an de wan sîstema xwe nû kir û wiha got:" Rêveberiya xweser di destpêka salê de sîstemeke nû da destpêkirin, li navçe û bajarokan xwe bi rêxistin kir. Di salên berê de bi TEV-DEM û Kongreya Star re em girêdayîbûn, xelek vala dima, lê bi hilbajartinên nû di sala 2018'an de Meclîsên herêmî girêdayî rêveberiya xweser bûn. Navçe, bajarok, kantona li ser asta herêmê hatin birêxstinkirin û sînorên rêveberiya wan hat diyarkirin. Di hilbjatinên ku hatin çêkirin de ji meclisan ji sedî 50 jin bûn, ji bo her komîteyekê 3 jin hatin hilbjartin. Ji pêkhateyên kurd, ereb, suriyan hatin hilbijartin û ew jin bûn nûnerê herêma xwe. Her wiha li ser asta Kantonê me komîteyên xwe ava kirin."
'Kar û xebatê me ji bo jin û zarokan tên meşandin'
Roken wiha domand:"Navendên girêdayî Desteya jin zêde bûn, wek baxçeyên zarokan, niha zêdeyî 1000 zarok di baxçeyên zarokan de perwerdeyê dibînin. Her wiha 246 zarokên di pêşdibistanan de hene da ku jin bikaribin demê ji bo xwe veqetînin û zarok jî bên perwerdekirin. Du dibistanên me yên zarokên astengdar hene, yek li bajarê Til Temirê ye û li Qamişlo jî heye, ji bo zarokên pêwîstiyên wan tayîbet hene û mijûlbûnek zêdetir ji wan re divê."Çar navendên me yên şêwirmendên derûnî hene, li Qamişlo, Çelaxa, Til Temir û Hesekê ne.Bi armanca piştgiriya derûnî 10 qadên perwerdeyê me vekirin 89 jin hatin perwerdekirin, her wiha 88 semîner di mijarên derûniyê de hat dayîn. Ji jinên di zindana de jî perwerde hat dayîn."
'62 jinên Ereb hatin perwerdekirin'
Rokenê da zanîn ku ew cudatiyê naxin nav netewan û wiha bi lêv kir:" Ji ber hin komîteyên nû hatin avakirin nû bû me hemleyek perwerdeyê da destpêkirin. 25 perwerde di aliyê zagonên jin û xweseriya wê de hat dayîn. Her wiha ji bo 62 jinên ereb ji bajarokê Erîşa, Hol, Şedadê Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star perwerde da. Akademiyek bi navê Şehîd Nalîn Moş hat vekirin. Navendên me yên wekî parastina jinê û parastina zarokan hene. Îsal 45 zarok hebûn û 14 zarokên ji Efrînê jî lê zêde bûn. 38 zarok jî piştî piştgiriya derûnî dîsa teslîmî malbatên xwe hatin kirin. Her wiha navendek ji bo jinên temenmezin hat vekirin. Jinên temenmezin û kesî wan tune ne li vir tên parastin. Her wiha ji bo azadiya Rêber Apo, Efrînê me hemleyên cuda dan destpêkirin û piştgirî dan. Gelek xebatên bi Rêxistina Sara û bi Meclîsa Edaleta Jinê re hat meşandin jî pêk hatin."