Zeynep Kaya: Şaredarî kirin wargeha mêran
- 09:02 27 Kanûn 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
COLEMÊRG - Piştî ku şaredariyên DBP’ê bi qeyûmên hatin tayînkirin hatin xespkirin şûnde pêkûtiyên wan bi dawî nabin. Li herêmê îcraata qeyyûm a yêkem hedefgitina destkeftiyên jian bû. Têkîldarî polîtikayên ku qeyyûm li herêmê dide meşandin ji Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Zeynep Kaya ku di heman demê de Hevseroka bajêr ya HDP'ê ye nirxandin kir.
Li Kurdîstanê piştî ku qeyyûm tayînî şaredariyên DBP2ê hatin kirin û şûnde ji bo ku destkeftiyên jinan xesp bikin çi ji destê qeyûman hat kirin. Di çarçoveya vê desteserkirinê de Ji meclîsên şaredariyê heta girtina saziyan jinan gelek xebat û proje ji aliyê qeyyûm ve hatin sekinandin. Der barê polîtikayên qeyyûm ji Meclisa Şaredariyê ya Colemêrgê Zeynep Kaya ku di heman demê de hevseroka HDP’ê ya bajêr e nirxandin kir. Zeynabê diyar kir ku qeyyûm meclîsa şaredariyê bê bandor kir û walî jî hevserokatî wekî suc dît. Zeynebê diyar kir ku li gel pergala hevserokatiyê di nav civakê de pergala demokrasiyê ava bibû.
‘Pergala hevserokatiyê demokrasî anî’
Zeynebê anî ziman ku di dîroka cîhanê de yêkem car bi HDP’ê pergala hevserokatiyê hat avakirin û wiha axivî;” Di cîhanê de yêkem car HDP’ê pergala hevserokatiyê ava kir. Ev pergal ji bo welatek bê avakirin pergalek nû bû. DBP’ê di sala 2014’an de bi anîna pergala hevserokatiyê di şaredariyan de wekhêvî ava kir. Pergala hevserokatiyê ji meclîsên taxan bigire di hemû saziyên me de ket meriyetê. Ev pergal ji aliyê civakê ve jî bi xweşbînî hat pêşwazîkirin.
'Pergala ku meclisê qebûl kir walîtiyê suc dît'
Zeynebê da zanîn ku ji aliyê walitiya Colemêrgê ve pergala hevserokatiyê wekî suc hat dîtin û wiha got:”Beriya ku qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê bê kirin ez di meclisa şaredariyê de bûm. Ji bo ku pergala hevserokatiyê bê qebûlkirin, me li gel hemû endamên meclîsan civîn pêk anî. Di dawiya meclîsê de dengê zêde ji erêkirina pergala hevserokatiyê re hat bikaranîn û pergala hevserokatiyê hat pijirandin. Piştre ev biryar ji walitiyê re hat şandin. Piştî demekê şûnde ji walitiyê ji me re name hat û di nameyê de hatibû gotin ku hevserokatî ne fermî ye û ew ê vê qebûl nekin û hat gotin ku ger li dijî vê biryara walitiyê pergala hevserokatiyê bê meşandin ew ê dozê vekin. Her wiha gotibûn ‘Serok yek e’ û ev biryara me wekî suc hat dîtin. Ew biryara ku ji aliyê meclîsê ve hatiye qebûlkirin walitiyê wekî suc dît. Bi vê biryarê dubare nîşanî me dan ku tehemmûlî jinan û têkoşîna jinan nakin. Ev biryar biryara îktîdara desthilatdar û ya baviksalarî ye.
‘Şaredarî kirin wargeha mêran’
Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku yekem îcraata qeyyûm bû êrîşa li dijî deskeftiyên jinan û wiha domand:”Li Colemêrgê qeyûmê ku tayînî şaredariyê hat kirin di serî de êrîşî destkeftiyên jinan kir. Ji Midûryeta Jinan re mêr hat tayînkirin û piştre midûryeta jinan hat bê bandorkirin. Ev jî nîşan dide ku qeyyûm êrîşî deskeftiyên jinan dike. Di dema DBP’ê de li şaredariyê nêzî 20 jinan hebûn, lê niha tenê 5 jin di şaredariyê tên xebitandin ji ber ku bi taybetî jin hatin îxrackirin. Her wiha meclîsên şaredariyê bê bandor kirin. Niha meclîsa şaredariyê tune ye. Berê ji aliyê meclîsan ve biryar dihatin dayîn, niha tenê ji aliyê kesekî ve biryar tên dayîn. 4 projeyên me yên mezin hebûn. Me hin dan destpêkirin . Niha qeyyûm van projeyên me wekî xebatên xwe nîşanî gel dide. Vê ji bi rêya çapemiyê pêk tîne. Qeyyûm çi bike, bila bike, nikare gel bixapîne.
'Em ê şaredariyên xwe paşve bistînin'
Zeynebê herî dawî bang li jinan kir ku di xebatan de cih bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir;” Em ê wekî HDP’ê bi pergala hevserokatiyê 31'ê adarê şaredariyên xwe ji qeyyûman bistînîn. HDP partiya jinan e. Bi vê zanebûnê em ê şaredariyên bi nêrîna jinan biafirînin û ji nû ve ava bikîn. Em bang li hemû jinan dikîn ku ji her qadên civakî jin tevlî xebatên me bibin û bi me re tevbigerin.”