'QSD'ê agirê azadiyê pêxist'
- 10:47 26 Kanûn 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Hevseroka Ciwanên Dêra Zorê Nûriya Îsa derbarê hêzên QSD'ê de diyar kir ku ji bo aramiya gel têkoşînek mezin hatiye lidarxstin û got:"QSD'ê agirê azadiyê pêxist."
Hevseroka Ciwanên Dêra Zorê Nûriya Îsa da zanîn ku hêzên QSD'ê xwe ji bo azadiya gelan kirine mertal û wiha axaftina xwe domand: "Beriya ku hêzên QSD'ê werin me rizgar bikin, çeteyên DAIŞ'ê rojên me tarî kiribûn. Di heman demê de DAÎŞ'ê zarok qetil dikirin û tecawizî jinan dikirin, em li hêvya xelaskirinê bûn. Yên ku ji bo mirovatiyê têdikoşin QSD ye lê tirkiye ne li dijî DAÎŞ'ê lê dixwaze li dijî QSD'ê şer bike."
'Bi hatina QSD'ê em azad bûn'
Nûriyayê destnîşan kir ku bi saya QSD'ê îro ciwanên Dêra Zorê xwe birêxistin dikin û wiha domand: "Piştî ku hêzên QSD'ê gundewarên me rizgar kirin me bêhnek paqij sitend. Bi hatina QSD'ê em azad bûn. Niha jî pêngava têkoşîna QSD'ê ya li dijî çeteyan didome. Bi rizgarikirina bajaran perwerde, xebat û jiyana civakî jî pêş ketin."
'Me bi ciwanan dest pê kir em ê bi ciwanan bi ser bikevin '
Nûriyayê di berdewamiya axaftina xwe de got :"Rêber Apo dibêje me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Em wekî jinên ciwan ji bo pêşketina hemû ciwanên Dêra zorê û ji bo azadiya jinan em ê têbikoşin . Em sipasiya hêzên QSD'ê dikin ku jiyana me ronî kirin û em hêviya azadiya hemû jinên Dêra Zorê dikin. QSD'ê agirê azadiyê pêxist. "Beriya ku hêzên QSD'ê werin me rizgar bikin, çeteyên DAIŞ'ê rojên me tarî kiribûn. Di heman demê de DAÎŞ'ê zarok qetil dikirin û tecawizî jinan dikirin, em li hêvya xelaskirinê bûn. Yên ku ji bo mirovatiyê têdikoşin QSD ye lê tirkiye ne li dijî DAÎŞ'ê lê dixwaze li dijî QSD'ê şer bike."