Hulya ji Roboskî: Em mezin bûn me fêm kir lê dewletê hîna fêm nekiriye
- 09:01 26 Kanûn 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Keça Osman Kaplan ê di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da, Hulya ya 15 salî wiha got: “Gora bavê min nêzî me ye. Weke ku nemiriye. Em mezin bûn. Tiştên wê rojê me fêm nedikir, em niha fêm dikin. Lê dewletê hîna fêm nekiriye ku çi bike.”
Li gundê Roboskî yê Qilaban a Şirnexê 7 sal berê, 34 cenaze ku hinek ji bo perê nanê xwe, hinek ji bo telefonekê hinek ji bo lêçûna dibistanê çûn sînor, hat. 28 heb ji heman malbatê bi giştî 34 kes bi bombeyan hatin qetilkirin.
Li gundê Roboskî ku şîna 34 kesan hîna didome. Her yek çîrokek wan hebû û her yek xeyalên wan, destgiriyên wan hebûn. Ji bo armancekê ketin vê riyê. Yek ji van kesan Osman Kaplan ê bavê 5 zarokan bû.
Di nameya ku li ser navê Osman ji aliyê Platforma Edeletê ya Roboskî ve hat nivîsîn wiha hat gotin: “Ez bawer im kes nebûye şahidê ku min cil û bergek nû li xwe kiriye. Wek hûn fêm dikin ez pir xizan bûm. Hem jî pir. Wê şevê ew bombeyên bi ser me de ketin malbata min zêdetir xizan kir. Niha zarokên min hem xizan û hem jî bê bav in.”
Keça wî Hulya ku dema bavê wê jiyana xwe ji dest da 8 salî bû wiha dibêje: “Dema bavê min jiyana xwe ji dest da ez biçûk bûm. Min pir ji bavê xwe hez dikir. Dema bavê min hat qetilkirin em çûn cihê bûyerê. Me nizanibû em çi bikin. Êşa wî hîna teze ye. Ez pir bêriya wî dikim. Gora bavê min nêzî me ye. Weke ku nemiriye. Ez dibêjim qey her tim li cem me ye.”
Hulyayê ji bo bavê xwe û 33 kesên din edalet xwest û got: “Dayika min heye lê ez gelek bêriya demên berê dikim. Ez ji bo bav û her kesê din edaletê dixwazim. Me wê rojê tiştek fêm nedikir. Em mezin bûn me her tişt fêm kir lê dewletê tiştek fêm nekiriye.”
‘Êşa wî nayê jibîrkirin’
Hevjîna wî Pakîze Kaplan jî wiha got: “Ev 7 sal e em li pey doza xwe ne. Dosya çû Ewropayê lê hat redkirin. Em dixwazin sûcdar bên cezakirin. Bila kes şehîdên Roboskî ji bîr neke. Zarok her tim bêriya bavê xwe dikin. Ez tenê wan mezin dikim. Em pir mexdûr bûn. Êşa Osman pir mezin bû. Em tu car vê êşê ji bîr nakin. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin ku sûcdar bên cezakirin.”