'Ji dagirkeriyê re na'

  • 14:54 25 Kanûn 2018
  • Rojane
Îlham Eloso-Dilocan Bozî
 
GIRÊ SPÎ - Dayikên Ereb ên ji Kantona Girê Sipî û Eyne Îsayê ku beşdarî çalakiyên Konê mertalên zindî bûn gotin:"Ji dagirkeriyê re na."
 
Konê çalakiya mertalên zindî yê ku 22`ê Kanûnê de li Kantona Girê Sipî  li taxa Munbtihê ku di bin duruşmeya "hebûna Erdogan Hebûna DAIŞ`ê ye" Ji bo gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Firatê hatî danîn  bi beşdarbûna bi sedan kesî dewam dike.
 
Bi vê yekê jî dayikên ereb ên ku ji Eyna Îsa û Girê Sipî ku berşdarî çalakiya kon bûn anîn ziman ew ê tu car li hember êrîşên dewleta Tirk bê deng nemînin û Sarayê biçûk a ku encamên êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn û gotin:" Em Saraya biçûk ji bîr nakin." Her wiha ji bo Leyla Guven jî gotin:" Berxwedana Leyla Guvan ji bo me girînge. Em jî piştgiriya wê dikin."
 
Xewla Muhemd a ji Eyne Îsayê ye wiha got:"Em hemû gelên li Sûriyeyê ji dagirkeriya dewleta tirk re dibêjin na. Ev axa me ye, Erdogan çi ji me dixwaze? Em axa xwe bi xwîna xwe diparêzin. Em netewa Ereb em li ser axa xwe ne, em bi kêf xweşî û azadî dijîn. Erdogan ser çi tererostan diaxive û dibêje emê gel ji tererostan rêzgar bikin. Tererostê mezin Erdogan bi xwe ye. Li ser axa me kurd, ereb, aşûr û ermen hemû bi rihekî dijîn. Ji bo vê jî em dibêjin na ji dagirkeriya Tirk re, na ji dagirkeriya Tirk re û na ji dagirkeriya Tirk re."
 
Ayşa Silêman jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide Leyla Guven û got:"Dewleta Tirk naxwaze ku gelê kurd li ser lingên xwe bisekinin. Lê ew nikare vê pêk bîne. Ji ber ku niha em wek gelê Ereb jî desteyek didin gelê kurd.  Ji bo vê jî bila Erdogan  ji jinê bitirse. Jin jiyan e û xwedî îrade ye. Tu carî nikare îradeya jin bin pê bike."
 
Em hemû leyla ne
 
Her wiha Reşa Selamî jî got:" Em hemû gelê Bakurê Sûriyê yek in û em ê heta dawiyê yek bin. Ji ber ku em îro hemû Leyla Guven in."
 
Konê mertalên zindî yê li Kantona Girê Sipî wê heta paşvedana Dewleta Tirk û êrîşên wê yên li ser herêma Firatê ranebin, wê dewam bike.