Piştî ku qeyûm erka xwe neanî cih jinan zend û bend badan

  • 14:42 25 Kanûn 2018
  • Rojane
WAN - Ji ber ku berfa bariya qeyûm neda alî jinan zend û bend badan. Ji jinên ku zend û bend badan Meryem Bor diyar kir ku karê divê qeyûm bike wan kiriye û ev tişt got: "Em ê di 31'ê Adarê de rizgarbûna xwe ya ji qeyûm pîroz bikin."
 
Li bajarê Wanê ku herî zêde cihê berf lê dibare ye, berfê erd spî kir û kolanên ku berfa li wan nayê paqijkirin jî jiyanê li welatiyan diherimînin. Jinên li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê bertek nîşanî qeyûmê şaredariyê dan û gotin ku qeyûm erka xwe bi cih nayne.
 
Ji jinên ku bêr kirin destên xwe û berfa li kolanan paqij kirin Meryem Bor wiha got: "Qeyûm çima naxebite? Divê ku wan ev berf bida alî. Ji ber ku qeyûm erka xwe bi cih nayne ez bi vê rewşa xwe ya kal kolanan paqij dikim. Em êdî nema dikarin derkevin derve. Şaredariyên DBP'ê piştî ku berf dibariya dihatin berderiyên me paqij dikirin."
 
Meryem bal kişnad ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku wê di 31'ê Adara 2019'an de bên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê wê rojê wekî roja rizgarbûna ji qeyûm pîroz bikin."
 
Zarokên ku alîkarî dan jinan û kolan paqij kirin jî li aliyekî alîkarî dikirin li aliyekî jî bi berfê dilîstin.
 
Herwiha Esnafan jî ber dikanên xwe paqij kirin û hat diyar kirin ku berfa li kolanan a nehatiye paqijkirin ji ber rewşa hewayê bûye cemed û xeteriyê belav dike.