Xirîstiyanên Til Temirê cejina xwe pîroz kirin

  • 14:27 25 Kanûn 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Îro serê sibehê gelê Aşûrî,Suryanî berê xwe dan Dêra Meryem El Ezraa da ku cejina xwe pîroz bikin. Di pîrozkirina cejnê de jinan gotin:"Em hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya aştiya tevahî cîhanê."
 
Di 25'ê Kanûnê de Gelê Xirîstiyan, Aşûrî, Suryanî li dêrê ango li dêrê cejna xwe pîroz dikin. Xirîstiyanên bajarê Til Temir a Kantona Hesekê îro cejna xwe pîroz kirin. Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin her wiha saziyên civaka sivîl ê Rêveberiya Xewesriya Demokratîk cejina xiristiyanan pîroz kirin.
 
Di destpêka cejnê de berpirsê Dêrê teratîlên olî xwend. Paşê Jin û mêr parçeyek nanê biçûk û xemîre li gorî taybetmendiyên cejinê xwarin. 
 
Paşê jinan li derveyî salona dêrê find vêxistin û xwesteka xwe anîn ziman. Bi hêviya demên pêş pêk were.
Ebîna Bedê Dahûd cejin li tevahî gelê Xirîstiyan pîroz kir û got:"Ez bi hêvî me ev cejin bibe wesîleya aştiyê li tevahî cîhanê."
 
Narîman Hena jî wiha got:"Em niha li Til Temir cejina xwe pîroz dikin, bajarê ku çeteyên DAÎŞ' ê kirin hedefa xwe jê bi hezaran ji gelê Aşûrî koçber bûn. Em vê cejinê taybet li zarokên xwe pîroz dikin."