Li Sûrê di pîrozbahiya Noelê de aştî hat pêşniyazkirin
- 14:15 25 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Di pîrozbahiya Noelê ya li Dêra Dayika Meryem ku li navçeya Sûrê ye ji bo tevahiya cîhanê aştî û aramî hat pêşniyazkirin.
Bi minasebeta Cejna Noelê li navçeya Sûrê ya Amedê li Dêra Dayika Meryem a Suryaniyên Ortodoks ayîn hat kirin. Di ayîna ku ji bo Cejana Noelê hat kirin de, Keşeyê dêrê Yusuf Akbulut, endamên cemaetê û Keldaniyên ku li kolana Dêra Marpetyûm ku qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike tevli bûn. Piştî ayînê li hewşa dêrê pîrozbahiya cejnê hat kirin. Di pîrozbahiya ku hat kirin de parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun Hîşyar Ozsoy, Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Buuttekîn, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Naşîde Toprak û Îbrahîm çîçek tevli bûn.
Bi findên ku hatin pêxistin îlahî hatin xwendin û ji bo tevahiya cîhanê aştî û aramî hat pêşniyazkirin.