Bêyî ku îfadeya wê bigirin xwestin bê girtin

  • 13:56 25 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - 9 kesên ku xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Tuba Bultu jî di nav wan de heye bêyî ku li dozgeriyê îfadeya wan bê girtin hat xwestin ku bên girtin.
 
Li Stenbolê roja Şemiyê di serdegitinên malan ku hatin kirin de 11 kes hatibûn binçavkirin û biribûn Edliyeya Anadoluyê. 11 Kesên ku xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê  Tuba Bulut jî di nav wan de heye li dozgeriyê îfadeyên wan hatin gitin. Dozger, derbarê 2 kesan de daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî kir û ji bo 9 kesên mayî ku Tuba jî di nav wan de ye daxwaza girtinê kir.
 
Hat aşkerakirin ku 9 kesên din li bendê ne ku bên dadgeh kirin.
 
Hat aşkerakirin ku 11 kesên hatine binçavkirin ji ber axaftinên xwe yên telefonê yên sala 2011 û 2012'an tên darizandin.